Dayîkan li hemberî êrîşan banga yekgirtinê kirin

12:47

JINHA


ŞIRNEX  - Endamên Meclîsa Dayîkê Aştiyê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê banga yekîtiya neteweya kurdan kirin.

Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê yên li "Konê berxwedanê" yê li bajaroka Tilqebînê ya navçeya Sîlopi ya Şirnexê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatî vedan dimînin banga yekîtiya neteweya kurdan kirin. Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Fadîle Demîr, diyar kir ku ya gelê kurd aniyî vê rojê bingehê wê 30 sal berê hatiye avêtine. Fadîle anî ziman ku êrîşên li hemberî kurdên êzdî berê jî li hemberî gelê kurd pêk hatin û wiha got: "Êrîşên li Şengalê pêk tên 3 salin li Kobanê û Rojava berdewam dikin. Hemû cîhan li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Şengal û Rojava bêdeng e. Dewleta tirk piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê. Têkoşîna bi rihê 15'ê tebaxê hate dayîn êrîş vala hatin derxistin."

'Ciwanên kurd dê Şengalê azad bikin'

Fadîle da zanîn ku Şengal Amed, Hewlêr û hemû Kurdistan e û wiha axivî: "Em hemû Şengalî ne tu cudahiya kurdan ji yê din tuneye. Êdî tu hêz nikarin kurdan li hemberî hev rake. Êrîşên pêk hatin kurd bi hev ve girêdan. Ez li vir bang li hemû kurdan dikim. Yekîtiya pêk hati berdewam bikin û bila hemû kurd bizane ku kurd ên berê nîn e. Ciwanên kurd ên bi salane têkoşînê dikin dê Şengalê azad bikin."

‘Dê gelê kurd bi yekîtiyê hemû êrîşan valaderxînin’


 


Fadîle bilêv kir ku hinek derdorên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê ber xwe nedayîn li pêşiya yekîtiya kurdan asteng in û wiha pê de çû: "Ez bang li kurdan dikim. Li hemberî êrîşan divê em bibin yek. Gelê kurd bi yekîtiyê dê hemû êrîşan vala derbixin."

Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Aysa Tay jî axivî û wiha got: "Em amadene ku di vê pêvajoyê de mîsyona xwe pêk bînin. Em êrîşên li ser birayên me yên êzdî şermezar dikin. Çeteyên DAIŞ'ê li ser navê olê mirovan qetil dikin. Êzdî birayên me ne û em dê wan biparêz


(zt)