Faysal Sariyildiz: Divê em hêza alîkariyê ya neteweyî ava bikin

14:27

JINHA


ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku çawa li eniya şer yekîtiya parastina neteweyî hatiye avakirin, pêwîste ji bo alîkariyê jî xebateke bi heman rengî bê meşandin û got, "Divê em bi lezgînî hêza alîkariyê ya neteweyî ava bikin." Sariyildiz bang li Kurdistaniyên Bakurî kir û got, "Sivikkirina barê Rojava li ser milê Bakur e."


‘Li ser Rojava re alikari tê şandina Şengalê’


Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li kampa Cizîrê ya Êzidiyên ji hovîtiya DAIŞ'ê reviyane lê tên vehewandin, der barê kampanyayên alîkariyê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Faysal da xuyakirin ku komkujiya Şengalê Helepçeya sedsala 21'an e û got, "Şopdarên celaetên jehr ji ezmanan bi ser zarokên Kurd de dibarandin, li Şengalê zilmeke mezintir kirin."Faysal diyar kir ku di encama hevdîtinên partiya wan HDP yên bi rayedaren dewletê de deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê ji bo alîkariya însanî hatiye vekirin û destnîşan kir ku piraniya alîkariyên tên komkirin wê ji Êzidiyên koçî Kantona Cizîrê kirine re, bên şandin.


‘Tevgera azadiyê meşaleya azadiyê digihine hemû Rojhelata navin’


Faysal got: "Weke gelê Kurd em di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk re derbas dibin. Hêzên paşverû yên herêmî û navneteweyî yên bi sedan salan koledarî li ser gelê Kurd ferz kirin, bi destê çeteyên DAIŞ'ê dixwazin destketiyên gelê Kurd tine bikin. Li dijî yên mafên me yên neteweyî talan dikin û qirkirinê li ser me ferz dikin divê em 'Hêza Aştiya Neteweyî' ya xwe xurtir bikin. Bi bawerî û biryardariya 'Hêzên Aştiyê yên Navneteweyî' ku li eniya şer li ber xwe dide, divê em jî ji bo welatiyên xwe yên Êzidî yên ji komkujiyê rizgar bûne, bi lezgînî Hêza Alîkariyê ya Neteweyî ava bikin. Di serî de însanî pêwîste em hemû berpirsyariyên xw yên exlaqî, siyasî û dîrokî bicih bînin. Dijminên Kurdan û dewletên dagirker, bi destê çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran Êzidî qetil kirin. Her wiha bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe man. Li ser rêya koçberiyê drameke mezin a mirovahiyê tê jiyîn. Li dijî van êrînên global ên li hemberî gelê Kurd divê em Yekîtiya xwe ya Neteweyî xurt bikin. Mîna Prometius ê agir da destê mirovan, Tevgera Azadiyê ya Kurd jî êdî meşaleya azadiyê digihîne tevahiya Rojhilata Navîn. Tirsa bingehîn a hêzên serdest ku çeteyên DAIŞ'ê pêşkêşî bazarê kirin e, hişmendiya azadî û neteweya demokratîk e ku tê avakirin. Ji bo vê armanca xwe jî rêbazên herî barbarî bikar tînin. Xwedîderketin û beşdariyeke xurt a li kampanya alîkariyê wê mesaja herî baş li dijminan be."


‘Rojava li gel bê derfetiya xwe jî alikariya Şengalê dike’


Faysal da zanîn ku ji deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê di nava 2 rojan de alîkariya xwarin û dermanan çûye ji Êzidiyên li Rojava û got, "Îro û sibê jî wê gelek TIR, ji bo alîkariyê ji ser Qamişlo bigihînin Êzidiyên li Çiyayê Şengalê û kampa Newrozê ya li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê, bikevin ser rê. Weke ku tê zanîn ji ber ambargo û mercên şer ên li hemberî Kantonên Rojava, derfetên gelê Rojava gelekî kêm in. Lê belê tevî vê bêderfetî û ambargoyê jî bi rihê welatparêzî û fedaî gelê me li gelê me yê Êzidî xwedî derdikeve. Sivikkirina bar Rojava li ser milê Bakurê Kurdistanê ye. Alîkariyên ji vê derê bi tevkariya şaredarî û gelê me hatine komkirin wê ji ser Rojava ji Çiyayê Şengalê û kampa li Dêrikê re bên şandin. Ji vê saetê û şûn ve divê em kampanya li Tirkiyeyê dimeşînin xurtir bikin."


 


(zt)