Cenazeyê Mevlut Ozoner yê YPG yî dê bînin Amedê
14:58
JINHA
MÊRDÎN -Cenazeyê Endamê YPG'ê Mevlut Ozoner (Kendal) ê ku li Tirpêspiyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û MEYA-DER'a Mêrdînê ve ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê yê Qoserê yê Mêrdînê hate wergirtin. Cenazeyê Ozoner ji bo otopsiyê şandin Amedê.
Cenazeyê Endamê YPG'ê Mevlut Ozoner (Kendal) ê ku 25 roj berê li bajarê Tirpêsîpiyê yê Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û MEYA-DER'a Mêrdînê ve ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate wergirtin. Rêveberên PHD'ê yên Mêrdîn û navçeyan, MEYA-DER, TUHAD-DER, ÎHD û gelek kesên din ji bo cenaze werbigirin bi malbatê re çûn deriyê sînor. Piştî karên fermî cenazeyê Ozoner ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Cenazeyê Ozoner ji bo otopsiyê bi konvoyeke qelebalik ber bi Amedê ve bi rê xistin.
Piştî otopsiyê dê cenazeyê Ozoner bibin navçeya Qelqelî ya Wanê.
(zt)
