Li Hatayê xwendekarek yê zanîngehê hat qetilkirin

15:05

JINHA


HATAY  - Li navçeya Dortyolê ya Hatayê di şer de xwendekarek zanîngehê jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Kuzculu ya navçeya Dortyol a Hatayê di navbera du koman de nîqaş derket û di encama nîqaşê de xwendekarê zanîngehê Ahmet Darun û kurê apê wî Muhammet Darun bi çekê hatin birîndarkirin. Xwendekarê zanîngehê Ahmet Daru jiyana xwe ji dest da û Muhammet Darun jî bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.


(zt)