Li Lîcê sewqiyata leşkerî
15:24
Tebax
18
/ 2014
JINHA
AMED - Leşkeran riya bejayî ya Lîceyê girt û ketin û daketina navçeyê asteng kirin.
Piştî Walîtiya Amedê derbarê vekirina peykerê ji Fermandarên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li gundê Sîsê yê Lîcê yê Amedê hate vekirin lêpirsîn da destpêkirin, leşkeran riya navçeya Lîcê ji trafîkê re girt. Leşkeran bi gelek wesayîtên zirxî di ketina navçeya Karaz û riya nêzî Qereqola Duru rê ji trafîkê re girtin û ketin û derketin navçeyê asteng kirin.
Hate hînbûn ku gelek leşker û wesayîtên zirxî ji navçeyên Karaz û Hêne sewqî gundê Sîsê hatin kirin.
(zt)
