Cenazeyê Elî Malgaz ê HPG yî ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşewazî kirin
15:36
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Elî Malgaz (Beşir Ernesto) êYPG'î yê li Rojava di pevçûna navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Cenazeyê Elî Malgaz (Beşir Ernesto) ê YPG'î yê li herêma Tîl Temis a Rojava di pevçûna navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hate girtin û li Deriyê Sînor ê Sêmelkayê anîn Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl a Herêma Federal a Kurdistanê. Piştî karên fermî yên li wir cenazeyê Elî anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê, li vir jî piştî karên dozgeriyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Bi sedan kesên ku di nav de Parlamenterên HDP'ê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz, Hevşaredarên Sîlopiyê, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê hene bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" cenaze pêşwazî kirin. Welatiyan ala KCK û posterên Elî li wesayîta cenaze daliqandin. Wesayîta cenaze li bajaroka Tilqebîn û taxa Cumhuriyetê ji aliyê welatiyan ve hate rawestandin.
Piştî ku cenaze li Sîlopiyê hate pêşwazîkirin bi konvayo ji dehan wesayîtan pêk tê ber bi Cizîrê derket rê, ji wir jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Amadê
Cenazeyê Elî dê li Cizîrê bê definkirin.
(şh-my/zt)

