Dadgehê biryara xirakirina peykerê Mahsum Korkmaz da
16:14
JINHA
AMED - Dadgeha Ceza Sulh a Lîceyê ji bi peykerê ji fermandarên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) ê ku di 15'ê tebaxê de li navçeya Lîcê ya Amedê hate vekirin biryara xirakirinê da.
Dadgeha Ceza Sulh a Lîceyê ji bo peykerê ji fermandarên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) ê ku di 15'ê tebaxê li gundê Sîsê yê navçeya Lîceyê ya Amedê li goristana ji bo endamên PKK'ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatî vekirin biryara hilweşandinê da. Hate hînbûn biryar piştî ku duh Walîtiya Amedê gilî kir ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîn hate destpêkirin hate girtin.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hat girtin biryar tenê ji bo peyker hatiye girtin û derbarê goristanê de tu biryar nehatine girtin.
(zt)

