Leşkeran welatiyên li zozanên Kirapet gulebaran kirin
16:21
JINHA
WAN - Hate ragihandin ku leşkeran welatiyên li Zozana Kirapet a navçeya Miksê ya Wanê gulebaran kir.
Hate hinbûn ku leşkeran çûn Zozana Kirapet a navçeya Miksê ya Wanê bi çekên giran konên welatiyan gulebaran kirin. Li gorî agahiyên ji herêm hatin girtin gelek leşker li herêma zozan lê derbas bûn û li hemberî zozanê panzer rawestandin û qada welatî lê gulebaran kirin. Piştî bi çekên giran welatî hatin gulebarankirin, welatiyan dest bi revînê kir. Li ser vê yêkê welatiyan bertek nîşanî leşkeran dan û di navbera leşker û welatiyan de rageşî derket.
Leşker li ser bertekên welatiyan ji herêmê derketin.
(zt)
