Li Lîcê bi çekê êrîşî gel kirin DEQEYA DAWÎ

08:15

JINHA


AMED – Bi hezaran leşker ji bo peykerê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkomaz (Egît) ê ku li Lîceyê hatî çêkirin xirab bikin bi guleyên rastî êrîşê gel dikin û ber bi qadê ve pêşve diçin. Di encama gulebarana leşkeran de welatiyek bi giranî birîndar bûn.

Piştî Dadgeha Ceza Sulh a Lîceyê biryara xirab kirina peykerê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) ê ku li gundê Sîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê di 15'ê tebaxê de hate vekirin da, da bi hezaran leşker ber bi qada peyker lê ve hate sewqkirin. Bi hezaran leşker bi helîkopter û wesayîtên zirxî ketin qada şehîdgehê. Li qadê bi hezaran welatî ji bo peyker biparêzin li qadêne. Hate hînbûn ku leşker bi guleyên rast û bombeyên gazê êrîşê welatiyan dike. Hate hînbûn ku di encama êrîşa leşkeran de welatiyek bi giranî birîndar bû. Welatiyê bi navê Mehdî Taşkin ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê.


(zt)