'Me belkên daran dixwar û hewil dida jiyan bikin'
08:37
Şêrîn Hiso- Melek Yuksel/ JINHA
ŞIRNEX - Ji ber qetluamên DAIŞ'ê jin, zarok û ciwan bi hezaran Êzidî warê pîroz Şengal terk kirin û ketin ser riya koçberiyê. Bi rojan Êzidî tî û birçî dibin germaya rojê de meşiyan heya gihiştin Silopyayê. Jina bi navê Lozîna kirêd girêdayî jiyana xwe ya koçberiyê wiha axivî: " Me nanê hişk û belkên daristanan diçût û dida zarokên xwe, ji bo ji birçînan ne mirin. Bi vî awayî me zarokên xwe ji mirinê parastin."
Di dîrokê de ji ber baweriya wan bê hijmar qirkirin bi ser gelê Êzidî de hatine. Li gel wê jî baweriya xwe ne guherîne. Niha jî li warê pîroz Şengalê kurdên Êzidî din ava qirkirinê de dijî û koç dikin. Dema ku bi hezaran Êzidî di destê çeteyên DAIŞ'ê de hatin qetilkirin, yên ku karin birevin xwe ji destê wan çeteyên hov xilas bikin bi rojan di rê de meşiyan. Êzidiyên ku bi zorê ji warên xwe koç kirin di encama meşa bi rojan berdewam kir de gihiştin navçeya Silopiya ya Şirnexê. Li Silopya ji bo ku jiyana xwe berdewam b ikin kon ji bo wan hatine vedan. Êzidiyan zoriyên di rêwitiya xwe de jiyan kirin vegotin. Li gorî tînin ziman bi rojan tî û birçî dibin rojê de meşiyane. Carnan nêzî çeteyan bûne, ji bo ku ne kevin destê wan xwe di zinaran de avêtine.
'Di çiyayê Şengalê de em 7 rojan bê av û xwarin man'
Jina bi navê Lozîna Kirêd ya ku dayika 4 zarokan e diyar kir ku wan 7 rojên dijwar jiyan kir da ku giheştin Kampa Şaredariya Silopî û wiha got: " Me gelek zehmetî kişand ta ku em giheştin Kampa Silopî. Em 7 rojan li çiyayê Şengalê bê av û xwarin man. Pelê daran jî bi dest me ne diket ji bo em bixun. Heger xwedê rêberî nekira ewê zarokên min ji birçîna bimrana. Em çend roj û şeva bi lingê xwe tevlî zarokan meşiyan ta ku em bi qaçaxî derbasî Bakur bûn û li Silopî bi cî bûn. Me xwe ji tirsa di çiya re wer dikir ta ku çete me nebînin. Gelek caran çete nêzî me dibû, ji bo ku em nekeviin destê wan me xwe tevlî zarokên xwe ji zinaran davêt ji ber ku wan rojan mirin bi me re jiyan dikir. Em bi vê derketina xwe ji şengalê giheştin heya sînorê Sûrî."
'Me nanê hişk û belkên daran diçût û dida zarokên birçî'
Lozîna destnîşan kir ku wan hewil dana mayîna zarokan di jiyanê de dikir û wiha axifî: "Ez û her 4 zarokên xwe em şev û rojekê di çiya de dimeşiyan. Ji ber ku zarokên min temenên wan biçûk e min gelek zehmetî kişan ta ku ez wan di rêka çiyê de bimeşînim. Em bi rebenî giheştîn Silopî. Her 7 rojên ku me di çiyê de qedand pir zehmet bûn. Eger hineka av bi destê me keta me hindik hindik bi kar tanî û dida zarokan. Nanê ku me wan her 7 rojan dixwar nanê îşk bû. Ji ber ku ew nan hîşk bû me nan dicûd û dida zarokan. Me bi vî awayî zarokên xwe ji mirinê parastin."
'Jiber di destê mede çek nebûn me nekarî xwe biparêzin'
Celal Şêx Xêro ji gudê Girzerikê ye anî ziman ku malbatên ji ber êrîşê DAIŞ'ê koçberî Çiyayê Şengalê bûn di rewşek pir xerab de jiyan kirin û wiha got: " Seat 2.00'ê şevê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê me kir. Me heya sibê şer dikir lê destê sibê Pêşmerge vekşiyan. DAIŞ derbasî gundê me bû. Em neçar man ku em ji gund derkevin. Ez û malbata xwe em 7 seatan meşiyan ta ku em giheştin Çiyayê Şengalê. Em 7 rojan jî li çiyayê Şengalê man. Malbata min ji 7 kesan pêk tê em her 7 kes di bin siya darekê de bi cî dibûn. 2 Betaniyên me hebûn mebi wan betaniyana sî çêdikir.danê sibê me datanî rexekê û danê êvarî me datanî rexekê. Dema ku 6 rojê me qediya xwarin û vexwarina me nema. Xelkên ku li çiya bûn carekê pez anîn. Me ew goşt keland û bê tiştek dixwar."
' YPG'ê em ji mirinê xelas kirin'
Celal anî ziman ku di roja 8'emîn ji koçberiya wan de Şervanên yekîneyên Parastina Gel YPG giheştin wan û wan ji mirinê xelas kirin û wiha pêde çû: "Dema ku 8 rojên me qediya YPG hatin giheştin me. Şervanê YPG ji bo me xwarin bi xwe re anîbûn. Şervanên YPG me gihandin gundê Dugurê û ji wir em derbasî Rojava kirin û şevekê li wir ma. Em hatin Îbrahîm Xelîl bûn û ji wir em hatin Kampa Silopî. Em dixwazin ku em êdî bi aramî bijîn , temenê min 50 sale heya niha min 3 şer jiyan kiriyr. Dixwazim ku temenê min yê maye bi aramî bijîm."
(şh-my/zt)

