Jinên Rojava: Em di şoreşê de bi israrin

08:42

Zinarîn AYDIN / JINHA


AMÛDÊ - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şert û mercên şer ên ku jiyan dikin di gelek bajaran de  jinên sivîl jî bi navên yekîneya bajêr fêrî çekan dibin. Li bajarê Amûdê endama Yekîtiya STAR Zelal Cûdî ya bajêr di civîneke jinên ku ji bo fêrbûyîna çekan kom bibûn de ser pêwîstiya fêrbûna çekan ji her kurdistaniyekê re axivî û got "ji ber êrîşên ku bi ser rojavayê kurdistanê de û gelê kurd de tên pêwîstiya her kesî  bi fêrbûna çekan û xwe parastinê  heye."


Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şert û mercên şer ên ku jiyan dike di gelek bajaran de ji bilî jinên ku tevlî YPJ'ê bûne, jinên sivîl jî êdî daxwaziya fêrbûna çekan dikin û bi armanca fêrbûyîna çekan têne gel hev û weke yekîneyên sivîl xwe bi rêxistin dikin. Li bajarê Amûdê komek jin hatin gel hev û fêrî  vekirin û girtina çekan û girtina nîşaneya çekê dibûn. Piştî ku endama Yekîtiya STAR Zelal Cûdî di vê civînê de axivî, jinan jî li ser ermancên xwe û pêdiviyên xwe yê parastina xwe û welatê xwe axivîn. Jinan balkişandin ser êrîşên ku li ser şengalê pêkhat û ji bo ku bi xwe çarenûsa xwe bibînin li ser giringiya fêrbûyîna çekan axivîn.


'Em li hemberî dijminê herî mezin ji azadiya jina re'


Endama Yekîtiya STAR ya bajarê Amûdê Zelal Cûdî da xwiya kirin êrîşên ku li ser gelê kurd li her derê têne çêkirin ne êrîşên asayîne û weha berdewam kir: " tevayî  jin dikarin piştgiriya YPG û YPJ li ciyê ku lêne bikin. Jin ji bo ku bikaribin parastina zarokên xwe, mala xwe bikin pêwîste bizanibe çawa şer bike çawa parastin bike. " Zelal Cûdî  bal kişande ser êrîşên DAIŞ û nêzîkatiya wan ya ji jinan re û got: " Îro  em li hemberî dijminê herî mezin ji bo azadiya jinan rû bi rûne. Herî dawî me li şengalê jî dît ku çawa DAIŞ herî zêde êrîşî ser jinên kurd dikin. Bi armanca destgirtina jinan û firotina wan dixwazin jinan bi saxî têxin destê xwe."


'Ji bo ku em nekevin tengasiyan û bêçareyan emê xwe bi hêz bikin '


Endama meclisa Yekîtiya Star Selma Xalid ya tevlî yekîneya fêrbûyîna sîlah bûye  diyar kir ku her jineke  fêrî çeka dibe piştgiriyek ji YPG û YPJ'ê reye. Selma dest nîşan kir ku îro şer hatiye ber deriyê her kurdekê ku naxwaze dev ji axa xwe berde û wiha got: " weke ku li Kobanê û li Şengalê bi serê jina de hat bi serê jineke din jî neyê pêwîste em xwe baş amede bikin. Ji bo ku em nekevin tengasiyan û bêçareyan emê xwe bi hêz bikin. "


'Namûsa me axa me ye'


Endama Meclisa Yekîtiya Star Dara Sadeo  jî bal kişand ser şerê ku li ser gelê kurd tê meşandin û wiha got: " ji bo ku em jî weke gelê me yê li şengalê mecbûrî revê nemînin û bikaribin axa xwe û gelê xwe biparêzin  pêwîste em xwe ji her alî de amede bikin. Em dijminê xwe baş nas bikin û siyaseta ku îro li hemberî azadiya gelê kurd tê meşandin baş nas bikin û di her qadî de çi bersiv bê xwestin ji bo ku em bê bersiv nemînin emê xwe bi hêz bikin. Namûsa me axa me ye, welatê me ye û gelê me ye ji bo wan çi bê xwestin emê bikin."


Ji bo weke şengal bi serê me neyê '


Li ser navê Dayikên Aşîtiyê Amşe Hayder jî got: " em jî dixwazin fêrî çekan bivin ji bo ku destek bidin YPJ û YPG. Ji bo weke şengal bi serê me neyê dema ku çete têkevin bajarên me an welatên me em bê çare nemînin. Herî kêm ji bo ku em bikaribin parastina zarokên xwe bikin em tevlî vê perwerdeyê dibin. Baweriya min bi serkeftina gelê kurd hey. Bijî Gerîla bijî YPG û YPJ."


(za/zt)