Hat zanîn ku di êrîşa Lîcê de kesekê jiyana xwe ji dest daye

09:05

JINHA


AMED – Li “Şehîdliga Şehîd Amed û Hêvîda” ya ku li navçeya Lîcê ya Amedê ye leşkeran ser gel de guleyên rastîn barandîn û di encamê de gelek kes birîndarbûn. Hat zanîn k udi nava kesên birîndar de kesekê jiyana xwe ji dest daye. 


Bi hezaran leşker ji peykerê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) ê ku li gundê Sîsê yê Lîceyê hate vekirin xirab bikin bi wesayîtên zirxî ketin "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" Hate hînbûn ku di nava şehîdgehê de bi dehan jin asê man û di êrîşê de leşker guleyên rast bikartîne û di encama êrîşa leşkeran de jê 2 bi giranî gelek kes jî birîndar bû û li qada daristanê şewatê dest pê kir. Birîndar rakirin nexweşxanê û hat zanîn k udi nava birîndaran de kesekê jiyana xwe ji dest daye. 4 birîndarên rewşa wan girane rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê. Ketin û derketina Lîcê hatiye girtin. Hevseroka PHD’ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku ji saet 06.00 an de bi hewaî û bejayî gule ser gel tê barandin. Bi wesayîtên zirxî û TOMA yan ketine hindirê Şehîdgehê û hemû xirakirin di heman demê de jî li ser gel gule barandin. Zubeyde anî ziman ku ev êrîş mudaxelekirina li pêvajoya çareseriyê ye û got: “Xirakirina Şehîdgeha kesên ku ji bo parastina nirxên vî gelî dê tucarî neyê pejirandin. Di şerên cîhanê de heya niha kes neketine hindirê şehîdgehan. Li cêderê dixwazin şehîdgehê wêran bikin. Hemû hêzên xwe şandine ser şehîdgehê. Me hevdîtin kir lê me encamek negirt.”


Hevşaredarê Lîcê Harun Erkuş jî bang li hemû welatiyan kirin ku biçin Lîcê.


 (zt)