Leşkerên ku li Lîcê peyker hilweşandin êrîşî gel kirin
09:17
JINHA
AMED - Leşkeran peykerê ji pêşegên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) ê ku li naçveya Lîcê ya Amedê hatîbû çêkirin hilweşandin. Piştî leşkeran peyker xirakiriin pevçûn derket û di pevçûnê de jê 2 bi giranî 4 kes bîrîndar bûn. Leşker gel gulebaran dike û pevçûn didome.
Leşkeran peykarê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) ê ku li gundê Sîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê hate vekirin hilweşandin. Piştî xirakirina peykar li herêmê pevçûn dijwar bûn. Leşkeran qada daristanê ya gelê lê dimîne bombe kir û ji ber vê yekê li qadê şewat derket. Welatiyên dixwastin şewatê vemirînin jî rastî gulebarana leşkeran hatin. Di encama êrîşa leşkeran de jê yek bi giranî 4 kes birîndar bûn. Kesên birîndar şandin Nexweşxnaeya Dewletê ya Lîceyê û hate hînbûn ku leşker destûrê nadin du kesên din ên birîndar ji qadê derbixin. Jin û kesên pîr ên ji ber bombeyên gazê xwe spartin mizgefta şehîdgehê asê man.
Piştî leşker ketin "Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" di navbara HPG'iyan û leşkeran de pevçûn derket. Pevçûn hêj didome. Leşker çekên giran û bombeyan bikartîne. Hevşaredarê Lîcê Harun Erkuş, bang li gelê Lîcê kir ku xwedî li şehîdgehê derbikevin.
(zt)

