Mehdî Taşkin yê ku di êrîşa Lîcê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:48
JINHA
AMED - Welatiyê bi navê Mehdî Taşkin ê ku li gundê Sîsê yê Lîceyê dema leşkeran peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) hilweşand birîndar kirin jiyana xwe ji dest da.
Leşkerên ji bo peykerê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) ê ku di 15’ê Tebaxê de li gundê Sîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê hate çêkirin hilweşînin çû û gel gulebaran kirin û di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Mehdî Taşkin bi giranî birîndar kiribûn. Taşkin rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Polîsan jî li derdora nexweşxaneyê dorpêçkirine û welatî ber bi nexweşxaneyê ve diherkin.
Welatiyê din ên ku bi guleyên leşkeran birîndar bûyî Savaş Topkaya jî hêj tê dermankirin.
(zt)
