Sakîne Cansiz weke seroka rûmetê hat hilbijartin
10:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê Tevgera Ciwanan a Che Guavera di kongreya xwe ya îsal de, şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz ku li Parîsê hate qetilkirin, seroka rûmetê îlan kir.
Di rojên borî de tevgerê 10’emîn kongreya xwe li Buenos Aîeres pêk anî û lîderê Tupac Amaru, Mîguel Enrîquez, lîderê Partiya Karkerên Şoreşger a Arjantînê Marîo Roberto Santucho, damezrînerê Tevgera Şoreşger a Şîliyê Mîguel Enrîquez, damezrînerê
‘Hevala Sara têkoşîn û serhildaneke şoreşger temsîl dike’
Artêşa Lijneya Neteweyî ya Bolîvyayê Întî Pedro û yek ji kadroya damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz wek seroka rumetê hilbijartin. Di kongreyê de posterên pêşengên şoreşger hat daliqandin û her wiha alên PKK, KCK û YPG’ê , posterên Ocalan hatin daliqandin. Di kongreya sala borî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek serokê rumetê hat îlan kirin. di daxuyaniya ku îsal dan de hat destnîşan kirin ku hevala Sara têkoşîn û serhildaneke şoreşger temsîl dike.
Di encamnameya kongreyê de pêngava 15’ê Tebaxê hat slavkirin. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî banga azadiyê hat kirin.
Jêder: ANF
(zt)

