Parlementer û hevserokên HDP’ê ber bi Licê ve ketin rê
11:18
JINHA
AMED – Ji ber bûyera li “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” ya li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê derket û Peykerê Mahsum Korkmaz (Egîd) hilweşandin heyeta HDP’ê ber bi cihê bûyerê ve ketin rê. Heyeta HDP’ê ya ku ber bi cihê bûyerê ve ketin rê di navê de Parlementer Faysal Sariyildiz, hevşaredar, Baroya Amedê, hevşerok û rêveberên ÎHD û PDH jî hebûn.
Ji bo hilweşandina Peykerê Mahsum Korkmaz (Egîd) yê k udi 15’ê Tebaxê de li “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” ya li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê hatibû çêkirin gelek leşker şandin navçeyê. Di encama mudaxeleyê de leşkeran li ser gel gule barandin û gelek welatî birîndar kirin. Dema ku birîndarên rewşa wan giran ber bi Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ve ketin rê welatiyê bi navê Mehdî Teşkin jiyan xwe ji dest da. Heyeta HDP’ê ya ku ber bi cihê bûyerê ve ketin rê di navê de Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz, hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî, hevşaredar, hevserok û rêveberên PDH’ê jî dinav de ketin rê. Hat zanîn ku hîna bûyer berdewam dike.
(zt)

