Di êrîşa Licê de Şehîdgehê jî ziyanek mezin dît

12:12

JINHA


AMED – Ji ber êrîşa li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ya li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê derket û Peykerê Mahsum Korkmaz (Egîd) hilweşandin bûyer derket. Di encamê de gelek welatî birîndarbûn. Ji birîndarên rewşa wan giran welatiyê 24 sali yê bi navê Mehdin Taşkin jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîşên leşkeran de şehîdgehê jî ziyanên mezin dît.


Ji ber bûyera li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ya li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê derket û Peykerê Mahsum Korkmaz (Egîd) yê ku di 15’ê Tebaxê de hatibû bilindkirin hilweşandin bûyer derket. Di encama bûyerê de leşkeran gule li ser gel barandin û gelek welatî birîndarbûn. Dema ku birîndar rakirin Fakultaya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Ji birîndarên rewşa wan giran welatiyê 24 sali yê bi navê Mehdin Taşkin jiyana xwe ji dest da. Ciwanê bi navê Omer jî giran birîndare. Di encama êrîşên leşkeran de şehîdgehê jî ziyanên mezin dît. Hîna bûyer berdewam dike. Parlementerên HDP’ê, hevserok û saziyên sivîl jî çun cihê bûyerê. Yên k udi bûyerê de birîndarbûn rakirin nexweşxandeyên cuda cuda.


(zt)