Çeteyên DAIŞ’ê gundên Kobanê topbaran dikin
12:26
Tebax
19
/ 2014
JINHA
KOBANÊ- Şevê din çeteyên DAIŞ’ê gundên Cibnê, Degirman û Boraz yê dikevin rojavayê Kobanê, girê Şehit Hogir û girê Zagros bi çekên giran û hewanan topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madi yên welatiyan çêbûn.
Çeteyên DAIŞ’ê di 2’ê Tirmehê de ji bo Kobanê bigirin dest êrîşên wan yên mezin çêbûn, lê piştî YPG’ê êrîşên wan şikandin paşde vekişiyan, ev demeke çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran gundên Kobanê topbaran dike.
(zt)
