Mehdîn Taşkin bi çekê hat qetilkirin

12:32

JINHA


AMED - Rapora otopsiyê ya Mehdîn Taşkin ê li Licê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, piştrast kir ku Taşkin ji dûr ve hatiye hedefgirtin û hatiye qetilkirin.

Otopsiya cenazeyê Mehdîn Taşkin ê ku li Licê ji aliyê leşkerên ji bo xirakirina peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) çûn herêmê ve hate qetilkirin, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin. Di otopsiya ku kurapê Taşkin Abdulbey Taşkin, parêzer, pirsporê tiba edlî û Serdozgerê Komarê ya Amedê A. Hakan Ozdemîr amade bûn hate kirin de hate gotin ku Taşkin bi guleya ku ji çepê serê wî ketiye û ji pişt serê wî derketiye jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de Tê gotin ku Taşkin ji dûrve hatiye hedefgirtin û hatiye qetilkirin.


Cenazeyê Taşkin ji bo ku li Şehîdgeha Sîsê bê definkirin derket rê.

(zt)