Girtiyên PAJK: Me pir dixwest em niha li Şengalê bin…

13:27

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya êrîşên DAIŞ'ê ser gelê kurd û tayîbetî jî ser Şengal û Rojava  Girtiyên PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di sed sala 21 an de dîsan Li ser serê gelê kurd fermane. Serdestiya dinê ya dirinde di kesayeta DAIŞ'ê de dixwaze çand û nirxên Rojhelatanavîn yên aryenîk û kevnare ji holê rake. Şengal û civaka Êzidî ji boyî paşverutiya serdest ya dinê di vê wateyê dene."


Bi sedema êrîşên hêzên serdest yên weke DAIŞ xwe binav dikin û hemû nirxên mirovahiyê talan dikin Girtiyên PAJK’ê daxuyaniyek weşandin. Daxuyanî wiha berdewam dike: "Di sed sala 21 an de dîsan Liser serê gelê kurd fermane. Serdestiya dinê ya dirinde di kesayeta DAIŞ'ê de dixwaze çand û nirxên Rojhelatanavîn yên aryenîk û kevnare ji holê rake. Ev Êrîşa ku bi xerakirina İraq, Suriye û Lîbyayê li tevahî Rojhelatanavîn hate belavkirin. Niha jî li quntarên çiyayê Şengalê belavbûye.Niha di kesayeta Şengal û Rojava de hamû gelên ser wê axê dijîn li ber xwe didin. Ev berxwedan ya hemû mirovahiyêye."


'Weke şoreşgerên dîl îro girtîgeh ji bom e teng dibe'


Daxuyanî wiha didome: "Weke şoreşgerên dîl îro girtîgeh ji bom e teng dibe. Bê goman dilê me, mêzekirin, hêvî û baweriya me  li Şengalê bi gel û hevalên merene. Em bi gel û hevalên xwe yên berxwedêr û dilêr serbilindin. Lê em li hember destebirayên nezan, erzan, xafil û berjewendîperest bihêrsin. Ji ber em bi fîzîkî ne li gel gel û hevalên xwene em xemgînin."


 'Şengal hem rabirdo, hem rometa meye'


Di daxuyaniyê de wiha hat bilêkirin: "Em bang li her çar aliyên welat, tayîbetî jî li Tirkiyê û derveyî welat dikîn bila li pêşeroj û nirxên xwe xwedî derkevin. Şengal hem rabirdo, hem rometa meye û hem jî dewleta me ya azade. Gelên Rojhelatanavîn divê êdî zanibin parastina Şengalê û Rojava parastina Tirkiyê bi xweye."


(zt)