Cenazeyê endamê YPG’ê Elî bi sitirana ‘Şervanê Azadiyê’ hat oxirkirin
14:11
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Endamê YPG'ê Elî Malgaz (Beşîr Ernesto) ê li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Cizîrê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin. Di merasîma cenaze de Koma Nêrgîzên Botanê cenaze bi strana ‘Şervanê Azadiyê’ oxir kir.
Cenazeyê Endamê YPG'ê Elî Malgaz (Beşîr Ernesto) ê ku di 4'ê çîleyê de li herêma Tîl Hemîs a Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Cenazeyê Elî Malgaz duh ji bo otopsiyê biribûn Amedê û cenaze di seatên nîvro de gihişte Cizîrê. Gelê Cizîrê ji bo cenaze pêşwazî bike li Kolana Hezexê dest bi kombûnê kir. Esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtin û tevlî girseyê bûn. Koma Nêrgîzên Botanê jî bi strana "Şervanê Azadiyê" li benda cenaze man.
Girseyê cenazeyê Endamê YPG'ê Elî Malgaz bi slogana "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Cenaze bi meşê birin Mizgefta Şeyh Siraç û pişt vecîbeyên olî bi meşê birin Goristana Asrî ya Cizîrê.
Serokê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Ez gelê Cizîrê yê bi rûmet li xwedî şehîdê xwe derketin pîroz dikim. Gelê Cizîrê careke din cudahiya xwe nîşan da."
‘Kurê min ji bo dozeke mafdar şehîd ket’
Bavê Endamê YPG'ê Elî Malgaz Mehmed Malgaz jî wiha got: "Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ji bo çar perçeyên Kurdistanê têkoşîna da û ez bi wî serbilind im. Kurê min ji bo dozeke mafdar şehîd ket. Ez gelê Cizîrê yê ku bi layîkî lehengê xwe oxir kir pîroz dikim."
Piştî axaftinan girse derbasî konê ji bo Endamê YPG'ê Elî Malgaz hatî vekirin bû.
(zt)
