Savaş Topkaya yê ku li Lîcê giran birîndarbû ji amelyatê derket
14:30
JINHA
AMED- Li Lîcê di encama gulebarana leşkeran ya ser gel de yek ji birîndarên rewşa wan giran Savaş Topkaya bû. Savaş rakiribûn Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîceyê. Savaş ji amelyatê derxistin dibin çavan de tê girtin.
Ji bo hilweşandina Peykerê Mahsum Korkmaz (Egîd) yê ku di 15'ê Tebaxê de li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ya li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê hatibû çêkirin gelek leşker şandin navçeyê. Di encama mudaxeleyê de leşkeran li ser gel gule barandin û gelek welatî birîndar kirin. Birîndarên rewşa wan giran rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ji birîndarên rewşa wan giran Savaş Topkaya ji amelyatê derxistin. Dê heya 24 saetan dibin çavan de bê girtin.
Li aliyê dinê leşkerê k udi bûyerê de birîndar bûyîbû jî ji amelyatê derxistin û ew jî dibin çavan de tê girtin.
(zt)

