Dê cenazeyê Mehdîn Taşkin li Şehîdgehê bê definkirin
15:17
JINHA
AMED - Cenazeyê Mehdîn Taşkin ê ku ji aliyê leşkeran ve li Licê hate qetilkirin ji aliyê sedan kesan ve bi sloganê "Şehîd namirin" pêşwaz kirin.
Cenazeyê Mehdîn Taşkin ê ku serê sibê li gundê Sîsê yê ji aliyê leşkerên ji bo peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) hilweşînin ve hate qetilkirin gihişte Lîcê. Cenazeyê Mehdîn Taşkin ji aliyê sedan welatiyan ve bi slogana "Şehîd namirin" û alên PKK'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Mehdîn Taşkin ê ku bi alên PKK'ê hatî pêçandî bre bi "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ve dibin.
Cenazeyê Taşkin piştî merasîmê dê li Şehîdgehê bê definkirin.
(zt)

