Ji ber şidetê zaroka Y. E hîna nehatî dunyayê jiyana xwe ji dest da
16:26
JINHA
EFRÎN- Welatiya bi navê Y. E. ya 20 salî ji navçeya Mabeta ya girêdayî herêma Efrînê ye, ji aliyê hevserê wê H. E. yê ku 5 salan jê mezintir e rastî şidet û îşkenceyên fîzîkî tê,ji ber zilma hevserê xwe dixwaze cûda bibe.
Welatiya bi navê Y. E. xwe spart navenda Asayîşa Jinê ku giliyê hevserê xwe kir, ji ber ku hevserê wê hemû cureyên îşkencan bi wê dike. Welatiya binavê Y. E. ji Asayîşa Jinê re diyar kir ku hevserê wê bi hemû cureyên îşkencan dike û bizanebûn ew 2 km an ew meşandiye. bihaneya ku wê digerîne. Piştî ku Y. E. û H. E. dizewicin sal û nîv ji ber îşkenceya giran ya ku hevserê Y. E. lê kirî zaroka wê ji ber diçe. Piştî vegeriya malê, ji ber zêdeçûna xwînê zarok ji ber çû.
Hevserê Y. E bêyî ji wê bipirse biryara emelyata wê erê kiriye
Li vir jî Y. E. ji îskenceyê xilas nabe, hevserê wê H. E. wê îşkence dike û gotinên kirêt jêre dibêje. Hate zanîn ku Y. E. bi nexweşiyeke tenduristî ketiye , di encama testê de hate zanîn ku torê avê di zikê wê de çêbûye. Li ser vê yekê emeliyat hate xwestin, lê hevserê Y. E. bê ku jê bipirse û destûr bixwaze emelyat erê kir. Piştre emeliyatê hêkên hindirê zikê Y. E. de hatine avêtin.
Hevserê Y. E dixwaze carekedinê bizewice
Welatiya bi navê Y. E. da zanîn ku hevserê wê ew şand mala bavê wê û du mehan lê nepirsiye, dixwaze car din bizewice bi bihaneya ku zarokan dixwaze. Asayîşa Jinê ev doz rastî dadgehê kir, dadgehê biryar da ku hevserê Y. E. yê bi navê H. E. dibin lêpirsînê de be, niha ew li asayîşê girtiye heta ku lêpirsîn dozê biqede.
(zt)
