Bi hezaran Mevlud Ozoner oxir kirin

16:44

JINHA


WAN - Cenazeyê Mevlud Ozoner (Kendal Qelqelî) ê YPG'î ku li herêma Hesekê ya Rojava di pevçûnên navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Noşarêya Qelqeliyê bi tevlibûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Mevlud Ozoner (Kendal Qelqelî) ê YPG'î ku li herêma Hesekê ya Rojava di pevçûnên navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Noşare ya Qelqeliya bi ser Wanê bi tevlibûna hezaran kesan hate definkirin. Cenazeyê Mevlud Ozoner ê YPG'î ji saziya Tiba Edlî ya Amedê hate wergirtin û li navçeya Gevaşê ya Wanê bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê hate pêşwazîkirin û ber bi Qelqeliyê ve derket rê. Li Qelqeliyê polîsan nehiştin cenaze bikeve navçeyê. Welatiyan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan, li ser vê yekê konvoyê riyeke din çû gundê Noşarê. Bi hezaran welatî di ketina gund de ji wesayîtan peya bûn û cenaze birin mala Mevlud Ozoner. Piştre cenaze birin goristana gund di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Bijî Berxwedana YPG'ê" "PKK gel e gel li vir e" berzkirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Cuneyt Alparslan û Mevlud Ozoner ên YPG'î hatin rakirin. Li goristanê nimêj hate kirin û rêz hate girtin. 

Parlamenterên Wanê yê HDP'ê Nazmî Gur û Ozdal Uçer, Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û hevşaredarên navçeyan, MEYADER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên PHD û HDP'ê jî beşdarî marsîma cenaze bûn û li parlamenter Ozdal Uçer axaftineke kurt kir û diyar kir ku armanca ciwanên kurd ên ku jiyana xwe ji dest dane azadî ye.

‘Wan ji bo her çar aliyê welat tekoşîn kirine’
Piştre bavê Mevlud Ozoner, Hamît Ozoner axivî û got ku Mevlut tenê şehîdê wî nîn e û şehîdê gelê kurd ên ku li çar parçeyan dijîn e, kurê wî şervanê Abdullah Ocalan e, ew silavên xwe ji Apo, YPG û HPG'ê re dişîne.

Piştî axaftinan welatî bi hevre çûn konê sersaxiyê yê li gund hatiye vekirin. Sersaxî dê 3 rojan bidome û roja pêncşemê mewlud bê dayîn.


(zt)