Jinên Kobanê: Gelê Şengalê ne bi tenêye
17:33
JINHA
KOBANÊ - Navenda Perwede û Zanistê ya jinan a herêma Kobanê hemû kiryarên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê bi tundî şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku dest bidin hev da ku rê li ber kuştin, revand û destdirêjiyê bigrin.
Navenda Perwerde û Zanistê ya jinan a herêma Kobanê girêdayî mijara êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û destdirêjiyên li dijî jinên Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navendê ji aliyê Felek Yûsuf hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wekî jinên herêma Kobanê em hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmên Kurdan bi taybet ên li dijî Şengalê şermezar dikin. Her bêdengiya navnetewî li hemberî komkujiyên di derheqê gelê Kurd de pêk tên cihê şermzariyê ye."
‘Divê hemû rêxistinên navnetewî rolê xwe yê dîrokî bilîzin’
Di berdewamiya daxuaniyê de hate diyarkirin ku kiryarên çeteyan ên wekî kuştin, serjêkirin, revandina jin û zarokan ji aliyê tu ol û berweriyê nayên qebûlkirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe li hemberî erka mirovî û dîrokî pêk bînin. Her wiha bang li dewletên îslamî hate kirin ku li hemberî kiryar û hovîtiyên DAIŞ'ê ku bi navê îslamê li dijî welatiyên sivîl pêk tîne, bêdeng nemînin.
‘Şengal xuşka Kobanê ye’
Dîsa bang li rêxistinên alîkariyan û her kesên xwedî wijdan hate kirin ku piştgiriya gelê Şengalê bikin û ji jinan ve hate xwestin ku destên xwe di destên hev xin da ku rê li ber kuştin, destdirêjiya zayendî ku bi navê ola îslamê tên kirin, bigrin. Di dawiya daxuyaniyê de hate zanîn ku jinên herêma Kobanê piştgiriya gelê Şengalê dikin wiha hate ziman: "Gelê Şengalê ne bi tenê ye. Divê hemû gel alîkariya wan bike. Şengal xuşka Kobanê ye. Şengal kul, birîn û serkeftina kobanê ye.
(zt)
