Bi rojan dahata xwe ya ku komkirî ji bo Rojava şand

08:46

Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Xwediyê gotina “Ez nikarim tehmûla mirina zarokek ji ber bi rojan bê av û xwarin maye bikim.” Gulîstan Tutal ya 12 saliye. Hemû dunya li hemberî wehşiyeta DAIŞ’ê bê deng dimîne. Gulistan jî bi rojan dahata ku daye hev ji Rojava re dişîne.


Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên ser Rojava, Kobanê, Şengal û Mexmûrê bû sedema bi hezaran welatî ji cîh û warên xwe koç bikin. Dema ku cihê xwe bi cîh hêlan hatin li cihên weke Amed, Êlih û Şirnexê bi cîh bûn. Dema ku bi hezaran welatî li van navendan bi cîh bûn din ava gel de jî dest bi alîkariyê hat kirin. Yek ji zaroka lez dayî xebatên xwe yên alîkariyê jî Gulîstana Tutal ya 12 saliye… Gulîstan ku dahata xwe ji bo zarokên Rojava dişîne wiha got: “Ez dahata xwe didim hev û ji bo zarokên Rojava dişînim. Ji ber naxwazim tu zarok ji tîn û bîrçînan jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo rakirina bê baldariya li hembarî Rojava û Şengalê jî Gulîstan wiha domand: “Ez di televizyonê de li qirkirinên Rojava û Şengalê dinêrim. Dema ku dibînim xwişk û birayên min yên li wê ji tîn û birçînan jiyana xwe ji dest didin gelek xemgîn dibim. Divê mirov li hemberî van qirkirinan bêdeng nemînin.”


‘Ez bi rehetî bigihim her tiştî û ew jî li wê dimirin’


Gulîstan diyar kir ku ji ber ew daneheva dahata xwe ji bo zarokên li Rojava û Şengalê dişîne gelek şanaze û wiha berdewam kir: “Min pereyê xwe xerc nekir. Min Çîkolata û amêrên lîstokan ne girt bi wan pereyan. Ji ber dema ku ez li vêderê dikarim xwe bigihînim hemû tuştî, li wê zarok ji tîn û birçînan dimirin. Li wê mirovan qetil dikin. Bi tayîbetî jî canê zarokan di sitînin. Ez nikarim tehmûla mirina zarokek ji ber bi rojan bê av û xwarin maye bikim.” Di dawiyê de Gulîstan da zanîn ku ew cîhanek bê şer û bê mirina zarokan dixwazim.


(zt)