Suriyeyiyên ku ji ber şer reviyane rastî mexduriyeta duyem tên

09:53

Handan Tufan


İZMİR – Suryeyiyên ku ji şer revîne hatine li Tirkiyê bi cîh bûne mexduryeta duyem jiyan dikin. Bi pirsgirêkên weke bêkarî, hewandin, tenduristî û hem jî bi lîncê re ru bir u dibin. Civaknas Pelîn Ogus diyar kir ku bedelên şer yên herî giran jin û zarok didin û got: “AKP statuya ‘penaberiyê’ nade koçberên Suriye. Teşeronî, karê bi dahata kêm û bê welebûn ne tenê ji bo koçberên Suriye di heman demê de hemû karkerên din ava vî welatî de dijîn jiyan dikin.”


Koçberên ji ber rewşa şer ji Suriye hatîn li Tirkiye bi cîh bûne, hewil didin bi xwe li çareya serê xwe binêrin. Suriyeyî bi karê kêm û muçeyên kêm tên xebitandin. Li gel wê jî hewil didin bi xwe li çareya serê xwe dinêrin û bi xwe bi pirsgirêkên xwe yên weke tenduristî, perwerde û hewandinê ve mijul dibin. Civaknas Pelîn Ogus li gel van zoriyên jiyanê lig elek navendên weke Gumgum, Dîlok, Kayserî û gelek navendên dinê rastî êrîş û lîncê hatina wan nirxand.


‘Wan bi qedera xwe awan ve bi tenê hêlane’


Pelîn da zanîn ku bi tayîbetî li Dîlokê piştî qetilkirina yek xwediyê malê ji aliyê kiraciyek Suriyeyî ve êrîş û bûyerên lîncê li hemberî Suriyeyiyan zêdebûye. Pelîn destnîşan kir ku ev yek bi tayîbetî jî encamên polîtîkaya Hukimeta AKP’ê ya di Rojhelatanavîn dene. Pelîn derbirî ku îro gotinên weke dê koçberên Suriye “bibin hindirê kapman” jî tê wanteya wan bi qedera wan re tenê hêlane. Pelîn bilêvkir ku piranî êrîş û lîncên li hemberî Suriyeyiyan ji ber sedemên aborîne û wiha got: “Li gelek taxên bajarên weke Gumgum, Dîlok û Kayseriyê bi cîh bûne. Li ser wan kirêyên xaniyan zêde dikin û di heman demê  de jî bi muçeyê kêm wan di xebitînin. Li hemberî vê jî çareseriya ku deshilatiya AKP’ê dîtî wan bixe hindirê kampêye û nehêlin bi hêsanî ew derkevin ji derveyî kampê. Di hindirê kampê de jî hemû tuştî giran bifiroşe wan û bi muçeyê kêm xebitandina wan berdewam bike.”


Jin û zarok …


Pelîn bibîrxisti k udi şeran de yên herî bedelên giran didin jin û zarokin. Pelîn diyar kir ku Suriyeyiyên kul i peyî mirinê hêlane dema ku ketine hindirê sînorê Tirkiyê jî bi bê ewlehiyê, feqîrî û bi muçeyên kêm xebitandinê re ru bir u mane û wiha domand: “Zarok nikarin perwerdeya xwe berdewam bikin. Zarok li derdora garajan û cihên qezayan kar dikin ji bo pere qazanckirinê. Jin jî bi teşeroniyê û karên kêm û muçeyên kêm di xebitin, tenê ji bo bi destxistina jiyana xwe ya madî. Li Tirkiyê her ku diçe jinên koçber yên ji Surî hatîn rastî şidet, zewaca bi zorê û fuhuşê bi wan didin kirin. Ew  dibin mexdurê êrîşên zayendî.”


‘Li Tirkiyê mexduryeta duyemîn’


Pelîn da zanîn ku deshilatiya AKP’ê ya ku hevkarê şerê navxweyiyê li Surî berdewam dikiye bi gotinên weke “Suriyeyî misafirê mene, ewê vegerin welatê xwe” wan bê sitato dihêlin û wiha berdewam kir: “AKP statuya ‘penaberiyê’ nade koçberên Suriye. Teşeronî, karê bi dahata kêm û bê welebûn ne tenê ji bo koçberên Suriye di heman demê de hemû karkerên din ava vî welatî de dijîn jiyan dikin.”


(zt)