Bertekên welatiyên Stenbolê li hemberî êrîşa Lîcê

11:00

Zehra Dogan/JINHA


STANBOL – Li Lîcê di encama êrîşên leşkeran yên ser peykerê Mahsum Korkmaz de Mehdîn Taşkin jiyana xwe ji dest da. Welatiyan diyar kirin ku bilindkirina peyîkerê yên ku gel ji bo xwe pêşeng hilbijartîne tu pirsgirêka wê nîne, bi provakasyona mudaxeleyî peyîker kirine.


Di 15’ê Tebaxê de peyîkerê Mahsum Korkmaz (Egîd) li “Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed” ya li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê hatibû bilindkirin. Ji bo hilweşandina wê ji hemû navendên herêmê leşker sewqî Lîcê hatin kirin û mudaxele kirin. Leşkeran mudaxele kirin gule li ser gel de barandin û di encamak mudaxeleyê de  welatiyê bi navê Mehdin Taşkin jiyana xwe ji dest da. Li tevahiya herêmê çalakiyên protestoyî belavbûn. Li Stenbolê jî saziyên sivîl û gel daketin qadan û êrîşa Lîcê protesto kirin. Welatiyên li Stenbolê dijîn bertekên xwe wiha anîn ziman: “Li hemberî wehşiyeta leşkeran ya li Lîcê tê kirin evqasî bêdeng mayîna raya gişti ya Tirkiyê me şaşwaz dike. Heger rêxistinên çepgîr û sosyalîst bêdeng bimîne li hemberî van rewşan wêdemê ew jî hevkarê kirinên AKP’ê yên li Lîcê tên kirine.”


‘Serokwezîr encamên hilbijartinan hezim nekir’


Endama MYK ya ÎHD’ê Meral Çildir diyar kir ku leşkeran bi zanebûn êrîşî gel kirine û got: “Leşkeran xwe li benda derketina biryarê jî negirtin hema êrîş kirin. Ji ber dîtina peyîkerê yek ji kesên ku gel ji bo xwe pêşeng hilbijartine hezim nekirin. Ji xwe berêde derketina bûyerên bi vî rengî diyarbû. Ji ber piştî hilbijartinan hinek daxuyaniyên Serokwezîr yên bi vî awayî habûn. Dewiletê gelek deng girtina Selahattîn Demirtaş hezim nekirina û hem êrîşî kurdan kirin.”


‘Hilweşandina peyîker daxwazên provakakasyonêne’


Meral balkişand ser êrîşa li Lîcê ser gel hatî kirin û wiha got: “Gelekê kesek ji bo xwe pêşeng dîtiye û xwestin peyîkerê wî çêkin. Di welatek demokratîk de li hemberî vê derketin der qanûniye. Li Tirkiyê hinek deng dibêjin bilindkirina wî peyîkelî amadekariya provakasyonane. Ez tevlî wan nabim. Vî gelî ew peyîker li Enqere û navenda Stenbolê bilind nekirine. Li Lîcê bi nasnameyek ya gel pejirandî peyîkelê Mahsum Korkmaz hat bilind kirin. Ji xwe gel wî pêşengek yê xwe dibînin. Ev peyîkel gelê kurd narake şer. Lig ora min hilweşîna peyîkel armancên provakasyonêne. Li Tirkiyê di pêvajoya çareseriyê de tehmul nekirina peyîkelekê û ser gel gule barandin tê wateya sabûtekirina pêvajoyê. Niha li Lîcê dayîkek ya kul i gel zaroka xwe ya 3 salî li ber xwe dide heye. Divê bal bê kişandina ser wê jî. Ev gel mafdarin.”


‘Dewlet dixwaze erkê xwe bi kirina qirkirinan îspat bike’


Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Kivanç Sert jî got: “Pêdivî bi gotinan nake. Dewlet qirkirinan berdewam dike. Berî niha çar sal, çar meh û niha hemane ser gelê kurd qirkirinan pêktînin. Dewlet erkê xwe bi qirkrinan nîşan dide. Dewlet tenê dikare deshilatiya xwe bi vî awayî nîşan bide. Weke din tu derdê dewletê yê li rêbazên nû yên rêveberiyê bigerin nîne. Dewlet bi xitakirin û wêrankirinê nikare rêveberiyê bike. Em weke parêzvanên mafê mirovan li hemberî van cureyên rêveberiyêne.”


‘Heger çepgîr û sosyalîst dengê xwe dernexin tê wateya alîkariya AKP’ê dikin’


Welatiya bi navê Aynur Yeşîlyurt jî anî ziman ku dema dibêjin Lîcê ya despêkê tê hişê mirovan qetluame û wiha domand: “Li vî welatî ji ber her tuştî dikare mirin çêbibe. Weke dikare bi şideta polîsan bimirê, çêkirina peyîkel weke hincet nîşandan û ser welatiyan qirkirinê bikin. Ev qetluama çendane li Lîcê bê kirin.” Aynur li hemberî qirkirinana banga yekîtiyê li gelên Tirkiyê kir û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyê heger çepgîr  û sosyalîst li hemberî van qirkirinên AKP’ê bê deng dimînin wêdemê ew jî hevkarê wan qirkirinanin. Heger hesabê wan tê gotinên weke ‘kurd birayê mene’ dibêjin. Êdî ev gotin bûye weke pêkenînê. Hun saxbin em biratiyek bi vî awayî naxwazin. Bi rastî bi hev re bira bûn bi hev re êş par kirin û bi hev re duzenek çêkirine. Yên ku dixwazin bi kurdan re biratiyê bikin jî divê li hemberî bangên yekgirtinê guhên xwe giran nekin.”


(zt)