Ji bo zarokên Şengaliyan çalakiyên cihêreng tên amadekirin
11:50
Melek Yuksel - Şêrîn Hiso / JINHA
ŞIRNEX – Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên ser Şengalê gelê Êzidî warê xwe terikandine û hatine li konên ku ji aliyê Şaredariya Silopya yê ve hatine vedan de bi cîh bûne. Hinek mamostayên dilxwaz ji bo zarokên Êzidiyan yên ku herî zêde ji şer bandor bûne re çalakiyên curbe cur amade dikin. Şukran Akici ji bo zarokan banga baldariyê kir û got: “Zarok li vêderê hewil didin di van şertên jiyana zor de jiyan bikin. Ji mirovan tenê daxwaza min ewe ji b ovan zarokan ya pêwîst bikin, kêm jî be hinek ruyê van zarokan bikene.”
Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên ser Şengalê gelê Êzidî warê xwe terikandine û hatine li konên ku ji aliyê Şaredariya Silopya yê ve hatine vedan de bi cîh bûne. Ji bo zarokên ku ji ber şer deruniya wan gelek xirab bûne çalakiyên cuda tên kirin. Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan Viyan Şukran Akici diyar kir ku armanca wan ya sereke ya li darxistina van çalakiyan ji bo zarok bikarin kêm jî be deruniya şer ser xwe bavêjin û wiha got: “Ji bo ku ew êşên giran yên ku zarokan jiyan kirine ji ser xwe bavêjin û ji bîr bikin, em hewil didin wan bi çêkirina wêneyan, gotina sitiranan û lîstina lîstokan mijul bikin û wan nerêniyên derunî bi wan bidin ji bîr kirin.”
‘Me ji bo zarokan dest bi kampanyayê kir’
Şukran da zanîn ku wan ji bo zarokan ser sosyal medyayê dest bi kampanyayê kirine û wiha domand: “Li ser vê kampanyayê me ji bo zarokan kirtasiye û pergalên lîstinê xwestine. Gelek zu banga me cihê xwe girt û ji niha de gelek kes li gora derfetên xwe ketine nava seferberiyê. Nimune li Îzmîrê mudurek yê dibidtana dayîkê ji bom e wesayîtek tejî kirtasiye û pergalên lîstinê şandiye. Bi baldarî nêzbûna mirovan me gelek şanaz dike.”
‘Ji bo zarokan bi dilxwazî mamostahiyê dikin’
Şukran destnîşan kir ku ji dema kirtasiye û pergelên lîstinê hatine heya niha ji bo zarokan çalakiyên cihêreng tên kirin û wiha berdewam kir: “Li vêderê em serê sibê, nîvro û êvarî komên zarokan yên ji 55 zarokan pêktên û temenê wan dinavbera 3-13’an de çalakiyên cihêreng ji bo wan çêdikîn. Yên ku van çalakiyan amade dikin ne tenê kesên dilxwaz yên li vêderêne, her wiha gelek Êzidiyên ji nava şer reviyane hatine li vêderê bi cîh bûne jî di van çalakiyan de cîh digirin û dixebitin. Din ava wan de hevalên bijîşk, endezyar û mamosta jî hene. Em bi wan re tevdigerin. Yên weke mamosta, endezyar û xwediyê pîşeyên dinê yên cuda cuda bi dilxwazî ji bo zarokan mamostahiyê dikin.”
‘Ji bo zarokan tuşta ji destê me bê emê bikin’
Şukran bilêvkir ku jiyan kirina mirovên dibin konan de dijîn gelek zore û wiha pêde çu: “Zarok li vêderê hewil didin di van şertên jiyana zor de jiyan bikin. Ji mirovan tenê daxwaza min ewe ji b ovan zarokan ya pêwîst bikin, kêm jî be hinek ruyê van zarokan bikene.”
(zt)

