‘Wan peyîkerek yê Egîd hilweşand emê bi hezaran cardin çêbikin’

12:41

Gulşen Koçuk / JINHA


WAN Ji Rêveberên Şaxa MEYA-DER’ê Gulhazar Unvercan jî ji ber êrîşa li Lîcê ser gel hatî kirin bertekên xwe nîşanda. Gulhazar balkişand ser ji ber perçiqandina kurdan derketina Egîd ya çiyayan û got: “Bila dewleta tirk bizan li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Egîd hene. Emê peyîkerê Heval Egîd li Qendîl, Xaxurkê û Zagrosê bilind bikin.”


Di 15’ê Tebaxê de peyîkerê Mahsum Korkmaz (Egîd) li “Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed” ya li gundê Sîsê ya navçeya Lîcê ya Amedê hatibû bilindkirin. Ji bo hilweşandina wê ji hemû navendên herêmê leşker sewqî Lîcê hatin kirin û mudaxele kirin. Leşkeran mudaxele kirin gule li ser gel de barandin û di encamak mudaxeleyê de  welatiyê bi navê Mehdin Taşkin jiyana xwe ji dest da. Li tevahiya herêmê çalakiyên protestoyî belavbûn û ev  du rojin berdewam dikin. Jinên Wanê jî bi haman awayî bertekên xwe yên li hemberî  êrîşa hatî kirin anîn ziman.


‘Egîd ji ber gelê kurd yê dihat perçiqandin derket çiyan’ 


Ji Rêveberên Şaxa MEYA-DER’ê Gulhazar Unvercan wiha got: “Egîd ji ber gelê kurd yê dihat perçiqandin derket çiyan. Bila dewleta tirk bizane li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Egîd hene. Ji ber wê jî ji parçeyên peyîkerê Hevalê Egîd ditirsin. Gulhazar êrîşa ser peyîker hatî kirin bi tundî şermezar kir. Gulhazar da zanîn ku gelê kurd aştî û biratiyê dexwazin lê bersiva daxwazên wan qirkirin tê dayîn û wiha domand: “Emê peyîkerê Heval Egîd li Qendîl, Xaxurkê û Zagrosê bilind bikin. Her kesên ku ji bo gel jiyan xwe ji dest dane Egîdin. Emê di şopa Serokatî, Egîdan, Argeşan û Zîlanan de bimeşin. Heger zarokên ku min mêjandî di şopa Serokatî, Egîd, Zîlan, Bêrîtan û Rukenan de dimeşin û derdikevin çiyayan wêdemê emê jî şopdarê berdewam kirina doza zarokên xwebin. Dewlet ji berek yê girêdayî me jî di tirse. Bila dewlet ji çiyayên Kurdistanê û dayîkan bitirse. Serê me bi hestiyên zarokên me yên ku dewlet ji hestiyên wan jî ditirse bilinde. Bila Hevalê Egîd rehet biraze. Gelek Egîd li peyî şopa wî çune.”


‘Egîd ji bom e qehremaneke’


Aktîvîsta DOKH’ê Perîhan Dostgul jî got: “Ez ew bê tehmûliya li hemberî peyîkerê Şehîd Egîd hatî kirin şermezar dikim.” Perîhan diyar kir ku êrîşa li Lîcê hatî kirin tuşta herî dawî ji bo pêvajoya çareseriyê hatî kirine. Perîhan da zanîn ku carekê xirakirina peyîker hezar caran çêkirina peyîkere û wiha got: “Ev vîna ku bi çar kesan despêkirî niha gihiştiye milyonan. Kes nikare pêşiya vê vînê bigire. Egîd ji bom e gelê kurd qehremaneke. Em vê hişmendiya ji wî re dibêjin terorîst na pejirînin.”


‘Ev sed sale em tune tên hesibandin’


Perîhan di dema axaftina xwe de balkişande ser êrîşa leşkeran ya li Lîcê ser gel hatî kirin û di wê êrîşê de Mehdin Taşkin jiyana xwe ji dest dayî. Perîhan bibîrxist ku ji dema pêvajoya çareseriyê despêkirî heya niha gelek ciwanên kurd hatin qetilkirin, gelek kes hatin girtin û avêtin girtîgehan û wiha berdewma kir: “Baweriya me ya bi vê pêvajoyê di serî de azadiya Rêberê me û hevalên me yên girtîgehê, rawestandina operasyonan û ev vîn xistina bin makezagonekê. Ev des sale gelê kurd tune tê hesibandin, ji cîh û warên xwe dihatin derxistin û bê par kirin. Tekoşîna ku bi çar hevalên me despêkirî, bi serokatiya me gihişt milyonan. Heger ev vîn bê xistina bin makezagonek berbiçav dê bawriya bi pêvajoyê jî çêbibe.”


 (zt)