Li Rojava jin dewreyên perwerdeya ramyarî dibînin

13:02

JINHA


QAMIŞLO - Saziya Zanist û Ramana Azad a bajarê Qamişlo dewreya bi navê 'Berxwedana Şengalê' ya 25 jinan bidawî kir.


Beriya niha ev sazî bi navê 'Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî' dihate nasîn. Lê bi navê Saziya 'Zanist û Ramana Azad' hate guhertin. Beriya 15 rojan Saziya Zanist û Ramana Azad ji bo 25 jinên herêma Cizîrê dewreyek perwerdeya ramyariyê da destpêkirin. Dewre bi navê 'Berxwedana Şengalê' hate organîze kirin û têde waneyên girêdayî dîroka jin û zanista ekolojiyê hatin dayîn. Dewre bi merasîmekê hate bidawîkirin.


‘Di vê pêvajoyê de pêdivî bi perwerdeya jinan heye’


Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Rêvebera dewreyê Şîlan Jîn girîngiya perwerdeya ramyarî ji bo jinan anî ziman û got: "Di dema ku çeteyên DAIŞ'ê mafên jinan binpê dikin, pêwîstiyeke mezin bi perwerdeya ramyariyê heye."


Şîlan Jîn berxwedana jinên azad ên Şengalê slav kir.


(zt)