Êzidiyên tên Nisêbînê li malan tên bi cîh kirin
13:21
JINHA
NISÊBÎN- Nêzî sed Êzidiyên hatin Nisêbînê li gundên xwe bicîhbûn.
Hatina Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên herêmê hîna berdewam dike. Sed Êzidiyên li Deriyê Xabûr re derbazî herêmê bûn li gundên bi navê Konuka, Mezra Êzidiyan, Xanikê, Geliyê Sora û Ebşê yên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bicîh dibin. Pêdiviyên Êzidiyên koçber dê ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve bêne pêşewazî kirin û di heman demê de dê Şaxa KESK’ê ya Nisêbînê jî maseyê kirîzê amade bike. Niha şaredarî û gel pêdiviyên wan bi cîh tînin.
Li aliyê dinê jî welatiyên Êzidî û tayîbetî jî zarok ji aliyê ekîba tendiristiyê ve li tenduristiya wan tên nêrîn.
(zt)

