Heyeta NY Kampa koçberan a li Silopî ziyaret kir

14:44

JINHA


ŞIRNEX- Piştî 17 rojan heyeta NY ê serlêdana Kampa Silopi ya koçberên Êzidî kirin.  Heyetê welatiyên Êzidî yên ji komkujiya çeteyê DAIŞ’ê xelas bûne guhdar kirin.


Netewên yebûyî NY piştî 17 rojan serlêdana kurdên Êzidî yên ku ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê  reviyane kirin. Heyeta NY ê ya Berpirsên Penaberan li Tirkiyê  ku ji 8 kesan pêk tê, piştî li kampê geriyan welatiyên êzdî guhdar kirin. Welatiyên ku nêrînên xwe anîn ziman, da zanîn ku heya îro ji bilî gelê Silopiyayê,PHD,HDP, Şaredariya Silopiyayê û Saziyên Civaka Sîvîl tu kesî alîkarî nedaye wan.  Welatiyên êzîdî ji Heyeta NY ê xwest ku di demek kurt de Netewê Yekbûyî û dewletên cîhanê ji bo pirsgirêkên wan çareseriyekê bibînin. Piştî ku Heyetê kurdên êzîdî guhdar kirin, diyar kirin ku wê li ser pirsgirêk û hewceyiyên wan ên mirovî rawestin û dê hewl bidin ku di demek kurt de çareser bikin.


Heyeta netewê Yekbûyî li nêrîn û pirsgirêkên jinên êzîdî jî bi awayekî taybet guhdar kirin. Piştî ku Heyetê hevdîtin û lêkolînên xwe yên li Kampê pêk anîn, çûn Şaxa Komkirina Alîkariyê ya AFAD’ê a ku  li nêzî Deriyê Xabûre.


   (şh-my/zt)