Akademiya Jinan ya Deniz Firad hat vekirin
14:55
JINHA
COLEMÊRG – Bi navê Rojnameger Deniz Firad (Leyla Yildiztan) ya k udi dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş bûyî ser Mexmurê de jiyana xwe ji dest dayî “Akademiya Şehîd Denîz Firad” hat vekirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê DOKH'ê ve li ser navê Rojnamevan Denîz Firat (Leyla Yildiztan) ku di 8'ê tebaxê de li Mexmûrê di encama êrîşa çeteya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, Akademiya Jinê ya Şehîd Denîz Firat hate vekirin. Merasîma vekirina akademiya li Kargeha Orîentê bi tevlibûna malbata Yilztan ativîstên DOKH'ê, nûnerê Meclîsa Civaka Demokratîk ya Geverê, Dayîkên Aştiyê û gelek jinan pêk hat. Di merasîmê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rojnamevan Denîz Firat, endamên PKK'ê Viyan Soran û Sema Yuce hatin daliqandin. Bername bi rêzgirtînê destpê kir.
‘Em bi Deniz serfirazin’
Birayê Denîz Firat, Seyyat Yildiztan, peyamên yekitiyê da û wiha axivî: "Ji ber ku Deniz, Binevş û Sarya xwîşkên min in, ez gelek serfirazim. Ev şehîd yên hemû Kurdistanê ne." Xwîşka Denîz, Arzu Yildiztan jî ji ber eleqeya wan spasiyên xwe ji gelê Geverê re pêşker kir û got ku ew ji ber Denîza serfirazin.
Piştî axaftinan akademî bi merasîmê hate vikirin û sînevîzyona li ser jiyana Denîz hatiye amadikirin, hate nîşandan.
(zt)

