6 kamyon alîkarî ji herêmê derbasî Rojava kirin
15:06
JINHA
MÊRDÎN - Ji bo destên alîkariyê bidin koçberên Şengalê, duh welatiyên Bakûrê Kurdistanê yên bajarên Amed, Bursa û Dêrîka Çiyayê Mazî 6 kamyon alîkarî şandin Rojavayê Kurdistanê.
Di çarçoveya alîkariya gelê koçberên Şengalê yên li Kampa Newroz bicih bûne, gelê bakûrê Kurdistanê duh 6 kemyon alîkarî şandin Rojava û di deriyê sînor yê Nisêbîn-Qamişlo re derbasî bajarê Rojava bûn. Alîkarî ji şîrê zarokan, pêdiviyên malan, madeyên xwarinê yên wekî çayê, şekir, yax, sindik, ard û hin madeyên din pêk dihatin.
‘Dê ev alîkarî berdewam bike’
Ev gav di çaçoveya pêngava berhevkirina alîlariyan ji bo koçberên Şengalê de ye û ji aliyê meclîsên gel ve hatiye destpêkirin. Hevseroka Şaredariya Nisêbînê û berpirsyara karûbarên berhevkirina alîkariyên ji bo Rojava Sara Kaya got ku welatiyên Bakûr roj bi roj alîkariya xwe ji bo Rojava û koçberên Şengalê zêdetir dikin û diyar kir ku dê Şaredarî vê pêngavê bidomîne.
Şandina alîkariyan ji bo Rojavaji dê bidome û girêdayî wê roj Pêncşemê miqdarekî din bête şandin.
(zt)
