Leyla Xalîd: Sembalo Rizgariya Filistînê
09:21
JINHA
AMED – Sarah Irving dest daye pênûsê û jiyana yek ji kesayetên bûye sembola berxwedana Filistînê Leyla Xalîd nivisiye kiriye pirtûk. Ew pirtûk wergerî tirki hatiye kirin. Ew pirtûk ji aliyê Ayşe Duzkan ve hatiye wergerkirin. Li gel jiyana Leyla Xalîd jiyan û tekoşîna jinên Filistîni ya navnetewî vedibêje.
Dema ku qala Filistînê tê kirin yekem navê tê hişê her kesê û di derbarê jiyana wê de agahî kêm Leyla Xalîde. Pirtûka girêdayî jiyana wê hatî amadekirin wergêrî tirkî hat kirin. Sarah Irving ya li Zanîngeha Edinburgh ser Rojhelatanavîn doktorî dike dest da pênûsê û girêdayî jiyana Leyla Xalîd pirtûk nivîsî. Pirtûk qala jiyana Endama Polît Buroya Cepheyê Rizgariya Gelê Filistînê Leyla Xalîd vedibêje. Pirtûka bi navê “Sembola Rizgariya Filistînê: Leyla Xalîd” ku bi zimanên weke Înglîzî û Danca hatî wergerkirin, ji aliyê Ayşe Duzsan ve hatiye wergera tirkî kirin. Pirtûk ji aliyê Întifada ve hatiye weşandin. Di pirtûkê de jiyana Leyla Xalîd û gelê Filistînê din ava hev de hatiye girtin. Hem de l idi pirtûkê de cîh hatiye dayîna roportajên gelek kesên ku Leyla Xelîd nas dikin. Di pirtûkê de hem cîh hatiye dayîna berxwedana Filistînê, hem cepeyê ku Leyla Xalîd bi xwe jî endamê wê bûye, hem tekoşîna netewiya jinên Filistînê û hem jî bandorên tekoşîna wan ya çekdarî. Li aliyê dinê jî jiyana Leyla Xalîd ya ku her kes têde ne xwedî agahî ji jiyana wê ya nava malbatê zewaca wê, zarokên wê û heta gelek aliyên dinê yên wê.
Di sala 1967’an de din ava şerê 6 rojan de çalakiyak Leyla ya balefir revandinê wê bi hemû cîhanê da naskirin. Di sala 1970’an de jî Îlona Reş şerê navxweyiyê Libnanê û Filistînê vedibêje. Di sala 1960’an de jî din ava siyaset û berxwedana Filistînê de Leyla Xalîd bîranînên xwe yên li gel navên dîroki yên weke Dr. Coroc Habaş, Dr. Vedî Haddad û Yaser Arafat tîne ziman.
Di tevahiya pirtukê de Sarah Irving jiyan û berxwedan Leyla Xalîd weke jinek Filistînî din ava rêveberiyê de rol û mîsyona wê; li gel wê jî di heman demê de nêrîn û rexneyên feminîstên Rojavayî di derbarê Leylal Xalîd de di dahorîne.
(zt)

