KarkeraTekstilê Zuleyha: Karê me hemane lê muçeyê me cudaye!
09:26
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Yek ji karkerên jin yên di atolyeyên tekstîlê de dixebite Zuleyha Aydine. Ewana serê sibê zu dikevin rê û dema derketina wan jî ne diyare. Zuleyha Aydin hîna di zarokatiya xwe de dest bi xebatê kiriye. Zuleyha mêtîngeriya keda jinan û mexduriya jinan ya ji ber petronên mêr tîne ziman.
Li Tirkiyê jin bi kedên kêm û muçeyên kêm tên xebitandin. Yek ji van cihên xebatê yên ku herî zêde keda jinan lê tê mêtîngerkirin jî atolyeyên tekstîlêne. Ji bo jinan yek ji cihên kar yên ku şertên wan herî zêde ji bo jinan zore atolyeyên tekstîlêne. Yek ji neyînika jiyana jinên karkerên tekstîlê ne jî Zuleyha Aydin ya ku hîna di temenê biçuk de dest bi xebata nava atolyeyên tekstîlê kiriye. Zuleyha di saetên serê sibê yên zu de derdikeve û di derengiya şevê de bi awayekî westiyayî vedigere malê. Ji ber wê jî Zuleyha nikare bi qasî tê xwestin dem ji bo keça xwe Dêrsim veqetîne. Zuleyha weke jinek Mêrdînî hîna di temenê biçuk de dest bi xebatê kir û li malbata xwe dinêrî. Zuleyha diyar kir ku ew ne tenê du xwişkên wê jî din ava atolyeyên tekstîlê de dixebitin û got: “Em di saetên serê sibê de derdikevin û diçin kar. Lê karkerên testîlê dê kengê vegerin malê ne diyare. Saeta me ya çunê heye lê ya vegerê nîne, ne diyare.”
‘Muçeyê karkerên mêr ji yê jinan zêdetire’
Zuleyha da zanîn ku ew niha makînecitiyê dike û wiha got: “Em neçarin hijmara ku ew dixwazin bidin. Dema ku em nedin wê demê petron ser serê me qêr dike. Ji bom e dibêjin: ‘Heger hun nikarin bikin rabin herin mala xwe.’ Ji bo jinan navenda tekstîlan gelek zore. Em bi mêran re dixebitin. Ew zêdetir rehet dikarin bixebitin. Weke ku jin neçarin lê mêr ne. Patron ser jinan de qêr dike, lê ser mêran de qêr nakin. Mêr gelek xeberan jî didin. Tu carî gotinek baş ji devê wan dernakeve. Bi dengê bilind qêr dikin wiha di peyîvin. Mêr her dem muzîkên erebesk guhdar dikin û lig ora keyîfa xwe tevdigerin. Lê muçeyên digrin jî ji yê me zêdetire. Muçeyê jinên xwendin û nivîsînê nizanin kêm didin.”
‘Dema ku yek ji derve tê zarokan diveşêrin’
Zuleyha destnîşan kir ku atolyeyên tekstîlan ji bo zarokan jî gelek zore û wiha domand: “Ji bo zarokan cihek gelek girane. Li wê zarok her dem dibin mexdurê şidetê. Ji zarokan re xeberên qirêj tên gotin. Gelek ji wan ji xwe naçin dibistanê. Di şertên normal de xebitandina zarokan din ava xebatên bi vî rengî de qedexeye. Dema ku yek ji derve tê hema zarokên ku temenê wan biçukin di veşêrin.” Zuleyha diyar kir ku ew na xwazin karkerên mêr di karên tekstîlan de bixebitin û wiha berdewam kir: “Heta taletê wan jî em paqij dikin. Navendek gelek xirabe. Ji bo jinek zewicî gelek zore. Piştî jiyana kar vê carê jî sitresa karê malê. Ewqasî westana li vêderê têrnake vêcarê jî li malê karê paqijiyê û karên dinê despê dike. Dema ku dême malê bi keça xwe re mijul dibim. Ez na xwazim ew vî karî bike.”
(zt)

