Li Elbakê Baxçeyê Azadiyê hat vekirin

11:02

JINHA


WAN- Ji aliyê Şaredariya Elbakê ve festîfala bi navê ‘Baxçeyê Azadiyê’ hat li darxistin. Bi hezaran welatî başdarî festîfalê bûn û welatiyan din ava çalakiyên festîfalê de darên azadiyê çandin. Di çarçoveya çalakiyên festîfalê de ‘Baxçeyê Azadiyê’ yê ji aliyê şaredariyê ve hatibû amade kirin hat vekirin. Di festîfalê de pêşangiha wêneyan ya ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têde cîh girt hat nîşandan. Festîfala ku dê du rojan berdewam bike heya derengiya şevê dîlan tê gerandin.


Li gundê Tahil yê girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê 1’emîn Mêhrîcana Baxçeyê Azadiyê hat li darxistin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî mêhrîcanê dan. Di mêhrîcanê de Parlementerê serbixwe kemal Aktaş, Hevşaredarên Elbakê Aynur Tarhan û Îhsan Guler, Endamê MYK ya HDP’ê Ferhat Tarhan, Endamê MP ya PHD Ramazan Yildiz, Serokê Navenda PHD’ê yê Wanê Musa Îtah, Endamê KNK’ê HazimRojan, Meclida Dayîkên Aştiyê, hevşaredarên navçeyan, rêveberên saziyên sivîl û nivîskar jî din av de bi hezaran kes beşdarî Mêhrîcanê bûn. Li cihên bilind li gel wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wêneyên Mahsum Korkmaz, Mehmed Goyî û kesên di tekoşîna azadiyê de jiyan xwe ji dest dane hatin heldan. Wêneyê Rojnameger Denîz Firad ya ku di dema êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî jî hat hildan. Li herêma Mêhrîcanê pankartên weke “Ji Rêbertî re Azadî”, “Bijî Berxwedana YPG YJA Star”, “Gelê Elbakê hem û Derwêşê Evdîne”, “Em berxwedana Şengal û Kobanê silav dikin” li gel alayên PKK, YPG û DOKH’ê hatin hildan.


‘Baxçeyê Azadiyê hat vekirin’


Mêhrîcanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat despêkirin. Mêhrîcanê paşê jî bi koma muzîkê ya NÇM’ê berdewam kir. Dema ku Parlementerê Wanê yê Serbixwe Kemal Aktaş û Serokê Navenda PHD’ê ya Wanê Musa Îtah hatin qadê Baxçeyê Azadiyê yê ku ji aliyê Şaredariya Elbakê ve hatî amadekirin hat vekirin. Piştî vekirinê welatiyan di baxçe de dar çandin. Piştî çandina daran Kemal Aktaş û yên li gel wî li nava baxçe pêşangeha Wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya din ava baxçe de geriyan. Welatiyên kul i pêşangeha wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ku ji hezaran wêneyên wî pêktên geriyan duruşmên weke “Bijî Serok Apo” bilind kirin. Ji ber eleqeya welatiyan ya ji bo pêşangeha wêneyan di salonê de îzdiham çêbû. Girseya ku Baxçeyê Azadiyê û pêşangeha wêneyan vekirin paşê jî ber bi qada mêhrîcanê ve herikîn. Li qadê piştî sitiranên NÇM’ê axaftinan despêkir. Di serî de Serokê navçeya PHD’ê yê  Elbakê Senar Yeşîlirmak mafê axaftinê girt. Senar diyar kir ku divê her kes li hemberî zoriyên kul i Rojava tên jiyan kirin bi baldarî tevbigerin. Paşê jî Hevşaredarên Elbakê Aynur Tarhan û Îhsan Guler axaftinek kin kirin û di axaftinên xwe de sipasiya gel kirin.


‘Em ji bo Birêz Abdullah Ocalan çî bikin kême’  


Serokê Navenda PHD’ê yê Wanê Musa Îtah jî got: “Asta ku îro em gihiştinê em bi tevayî deyîndarê Rêber Apo û Şehîdanin. Gelek deskeftiyên bi nirx yên niha di destê me de bi saya berxwedan û tekoşîna wane. Ji bo wê jî em ji bo Birêz Abdullah Ocalan çî bikin kême.” Musa li hemberî êrîşên Şengal û Kobanê jî banga yekgirtinê kir.


‘Dê felsefeya Abdullah Ocalan bê jiyan kirin’


Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş jî wiha got: “Em her roja ku diçe hinekedinê nêzî azadiyê dibin. Duh li Lîcê hevalek yê me şehîd xistin. Em li vêderê bi nefret wê êrîşê şermezar dikin. Îro li vêderê me bi hev re Baxçeyê Azadiyê vekir. Em hêvîdarin dê ev baxçe bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasiyên di girtîgehan de. Dê di vî baxçeyî de felsefeya Birêz Ocalan bê jiyan kirin.”


Piştî axaftina xwarina Wanê ya kevnare keledoş hat dayîn. Paşê jî panelên bi mijarên weke “Rojava û pêvajoya çareseriya demokratîk hat” dayîn. Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, Serokê Navenda PHD’ê yê Wanê Musa Îtah, Endamê KNK’ê Hazim Rojan li gel dîrokzan û nivîskar Îhsan Colemêrgî jî beşdarî panelê bûn, Rojava û pêvajoya çareseriya demokratîk nirxandin.


Mêhrîcanê bi sitiranên hunermend Kadir Çat û Seyda Perînçek heya derengiya şevê berdewam kir.


 (zt)