Hat îdia kirin ku li Tatwanê jinek ciwan întihar kiriye

13:24

JINHA


BİTLÎS – Hat îdiakirin ku li gundê Kirkbulak yê Tatwanê jina ciwan ya bi navê S. T bi çeka nêçîrê xwe întihar kir. Girêdayî bûyerê dozgeriyê lêkolîn dadespêkirin.


Hat îdiakirin ku li gundê Kirkbulak yê navçeya Tatwanê ya Bidlîsê jina ciwan ya 20 salî bi navê S. T di saetên şevê de li oda xwe ya razanê bi çeka nêçîrê xwe întihar kir. Bi dengê çekê re derdor li jina ciwan S. T kombûn. Dema ku derdor gihanê hat zanîn ku jiyana xwe ji dest daye. Ji bo otopsiyê cenazeyê wê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Girêdayî bûyerê dozgeriyê lêkolîn dane despêkirin û di heman demê de lêpirsîn jî hatiye despêkirin.  


 (zt)