Ji bo zaroka 4 mehî astengiya paseporê

09:09

Şêrîn Hiso- Melek yuksel / JINHA


ŞIRNEX-  Gelê Êzîdî yên ji ber  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji warê xwe derketin ji bilî koçberiyê mexdûriyetên din jiyan dikin. Din ava vê koçberiyê de bi sed hezaran kes wenda bûn û malbat hatin perçekirin. Jina Zaroka xwe ya 4 mehî li du xwe hêlayî Sewsen Omer êş û janên xwe wiha anî ziman: “ Zaroka min ji min standin, ji ber pesepora wî nebû nehiştin ez wî bi xwe re derbas bikim. Lawikê min hîna şîr dixwe lê ev 10 rojin min wî nedîtiye.”


Gelên êzîdi yên ku bûne hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji warê xwe derketin koçber bûn. Her yek ji wan bi aliyekê ve çun, bi vê koçberî û qirkirina ku têde bi hezaran mirov hatin qetilkirin de yên ku reviyane û ji mirinê filitîne niha jî li gel zehmetiyên nû  jiyan dikin. Di vê rewşê de herî zêde jin û zarok bûn mexdûr ê şer. Bi hezaran malbat perçe bûn û agahî ji wan qut bûye. Pirsgirêka perçekirina malbatên koçber jî derket holê, Sedema sereke ya vê perçebûnê ew e ku paseporta hin kesan tune û derbesbûna wan ya sînoran nayê pejirandin.


‘Neçar ma ku zaroka xwe ya 4 mehî li dû xwe bihêl e ’


Jina bi navê Sewsen Omer ya 25 salî dayika zarokek 4 mehî ye û bê zaroka xwe derbasî Bakurê kurdistanê bûye. Sewsen da zanîn ku ew neçar ma ku zaroka xwe bi xwe re nîne ji ber  ku zaroka wê bê paseporte û wiha axifî: “Dema ku ez û hevalê xwe em hatin sînor ji bo em derbas bibin zaroka min ji min stendin û nehiştin ku ez wî bi xwe re derbas bikim. Paseporta min û hevalê min hebû lê ya zarokê minî 4 mehî tune bû. Zaroka min şîr dixwe lê ev 10 roj min wî nedîtiye. Ez neçar mam ku ez zarokê xwe li dû xwe bihêlim. Ana zaroka min li cem Pîra xwe ye lê pîra wî jî temen mezine û bi zorî xizmeta xwe dike.”


Min ji zaroka min a 4 mehî dûr xistin’


Sewsen anî ziman ku gelek hewil dan kirin ji bo ku lawikê xwe li gel xwe bîne û got: “ Piştî ku em 5 rojan li Zaxo man me  her hewildan kir ku  em kurê xwe derbasbikin  lê hewildanên me vala derketin . Kurê minî 4 mehî vegerandin û em bê wî derbas bûn. Dayika hevalê min di riya telefonê re ji min re got: ‘Zaroka te digrî û nexweş ketiye.’ Navê lawikê min Serhat e min paseporta wî çê nekiribû ji ber dema ew hat dinyayê bavê min wefat kiribû û em bi taziyê ve mijûl bûn. Bi çi awayî be ez dixwazim bighêjim lawikê xwe û çi çare hebe ezê bikim. Heger pêwist be ezê dîsa sînoran qutkim û lawikê xwe bînim. Min ji lawikê minî 4 mehî dûr xistin.”


‘Jin mexdûriya herî mezin jiyan dikin’


Sewsen  anî ziman ku  zor û zemetiyên ku jinên Şengalê kişandin di dîroka mirovahiyê de nedûbare kirî ne û wiha got: “Dema ku DAIŞ’ giheşt gundê me gundî hemû kom kirin û jin birin rexekî. Mêr ber çavê me kuştin. Em ne ji mirnê reviyan em wekî jin ji bo parastin şerefa xwe em ji DAIŞ reviyan. Mirina me ne pirsgirêkbû lê em ji têkçûna şerefa xwe ditirsiyan. Ji bo parastina heya û exlaqê xwe em reviyan. Di şeran de yê ku pir zêde zehmetiyê dikşîne jine û jinên Êzîdî di vê fermanê mexdûrê herî mezin bûn. Jinên di destê DAIŞ’ê de wekî kole hatin firotin, jinên ducanî zarokên xwe li çiya  di wê zor û zehmetiyan de anîn dunyayê. Di derketina me ya ji Şengalê de jinek cêwiyek zarok anî dunyayê, wê jinê her 2 zarokên xwe li nava xwe gerand û ji çeteyên DAIŞ’ê reviya. Tiştê ku jinên şengalê jiyan kir di van bûyran de tiştên ku mirovahî qebûl nakeye. Tu bawerî yan jî ol vê zilmê qebûl nake lê jin û zarokên Şengalê ev zilim hemû jiyan kirin.”


Sewsen Omer destnîşan kir ku peywendiya wê ji malbata wê bi tevahî qut bûye û wiha got : “Birayê min û xuşka min ya ku dayika 5 zarokane ana li çiyayê Şengalê ne. Ji dema ku DAİŞ êrîş kiriye heya niha em carekê tenê bi telefonê bi hev re axifî ne. Piştî ku ew cara em bi hev re axifîn peywndî navbera me de nema. Ez niha nizanim rewşa wan çiye yan jî kî ji wan sax maye.”


(şh-my/zt)