Jinan li hemberî qirkirinê şonpêyên bi xwîn hêlan
10:46
JINHA
MERSİN – Li hemberî qirkirina çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kirî endamên Platfrorma Jinan yên Mêrsînê li Meydana Aştiyê xwe bi hev ve girêdan û meşek bi meşaleyî li dar xistin. Li ser navê jinan jinekê lingê xwe bi xwîn kir k udi nava meydanê de meşiya. Li şona lingên wê şonpêyên bi xwîn hatin hiştin.
Bi boneya şermezarkirina qirkirina çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kirîn Platforma Jinên Mêrsînê li ber Foruma AVM yê kombûn. Jinan kincên reş li xwe kirin û xwe bi hev ve girêdan. Jinan meşaleyên xwe pêxistin û ber bi Meydana Aştiyê ve ketin rê. Jinan di meşê de pankartên weke “Li hemberî DAIŞ’ê emê jin cîhanê ronî bikin” hildan. Dem dem ji nava meşê dengê duruşmên weke “Bijî hevgirtina jinan”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Jinên Êzidî ne yên firotinêne” dihatin bilind kirin. Piştî meşê Sekretera Beşê Jinan ya Şaxa Komeleya Çandê ya Elewiyan ya Mêrsînê Yuksel Kapkiran ser navê jinan daxuyanî da û diyar kir ku hinek hêz na xwazin di Rojhilatanavîn de şer biqede.
Yuksel da zanîn ku di nava êrîşên DAIŞ’ê de herî zêde jin û zarok hatine qetilkirin. Yuksel destnîşan kir ku DAIŞ zarokên keç yên ku temenê wan di navbera 8-10 saliyê de digirin dibin bazarê weke “kole” û “cariye” difiroşin.
Yuksel bilêv kir ku ew weke jinên Mêrsînê naxwazin bibin parçeyek ji şerê bi rantê tê pêşxistin. Yuksel derbirî ku ew dixwazin şidet û ne wekeheviya ser jin û zarokên ku ji cihên xwe neçarî koçberiyê hatine dîtin û li hinek cihên dinê hatine bi cîh kirin bê rakirin.
Piştî daxuyaniyê jinan kincên reş li xwe kirin û xwe bi hev ve zincîr kirin. Jinekê weke nûneriya hemû jinên dinê lingên xwe bi xwîn kir û din ava Meydana Azadiyê de geriya, şonpêyên bi xwîn li meydanê hêla.
(zt)

