Li Gimgimê bi guleyên rastîn mudaxele kirin: Gelek birînda hene

10:51

JINHA


MÛŞ - Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi armanca şermezarkirina bûyera Lîcê welatiyan rê jî tirafîkê girt û polîs û leşker bi guleyên rast êrîşê li gel dikin. Di encama gulebaranê de gelek kes birîndar bûn.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê gel bi armanca şermezarkirina hilweşandina peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) û qetilkirina Mehdîn Taşkin a li Lîceyê riya Gimtim-Kanîreş-Erziromê ji tirafîkê re girtin û rê du rojin girtiye. Leşker û polîsan bi wesayîtên zirxî êrîş li gel kir û gel bi guleyên rast gulebaran kir. Di êrîşê de raste rast guleya divêjin gel û ji ber vê yêkê gelek kes ji piyên xwe û welatiyek jî ji serê xwe birîndar bûye. Di encama êrîşan de zêdehî 10 kes birîndar bûn û welatiyê ji serê xwe jî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û hilgirtin emeliyetê. Girse ji bo xwe ji gulebaranê biparêze dar û kevir ji xwe re kirin mertal. Ciwan jî bersiva êrîşê didin.

Êrîşa leşker û polîsan berdewam dike.


(zt)