33 turîst di qezayeke tirafîkê de mirin
11:12
JINHA
MISIR – Li başûrê herêma Sînayi ya Misirê du otobusên torîstan li hev ketin. Di encamê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan îro berbangê li başûrê herêma Sînayi ya nêzî bajarê Şerem El-Şêx ya Misirê qezayeke tirafîkê derket. Di qezayê de 2 otobusên torîzman li hev ketin di encamê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.
Li gorî hatî ragihandin Wekîlê Wezîrê Tenduristiyê Mihemed Laşîn diyar kir ku ji kesên di otobusan de bûn nêzî 40 welatiyên Erebistana Sudiyê, Yemen û Rûsiya bûn. Mihemed detayên bêtir derbarê buyerê de nedan û diyar kir ku hemû birîndar rakirine du nexweşxaneyên herêmê û ji ber ku birînên hin kesan dijwar in dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Hîna di derbarê qezayê de agahiyên zelal bi dest ne ketine.
(zt)
