Li Qilabanê çeteyek DAIŞ’ê hat girtin
11:19
JINHA
ŞIRNEX - Li gundê Arûş ê navçeya Qilabanê ya Şirnexê endamên YPD-H'ê kesekî ji Nevşehîr bi gumana Endamê DAIŞ'ê ye girtin.
Endamên YDG-H'ê li gundê Arûş ê navçeya Qilebanê ya Şirnexê kesekî bi navê Esat K. ê ku ji nifûsa Nevşehîr girtin. Welatiyên gund kesê hatiye sînor gund û ji ber tevgeriya wî pê guman bûn û rawestandin. Li gundê piranî welatiyên êzdî yên ji Şengalê hatin lê diman kesê di destê wî de pirtûkên olî heyî welatî bi guman kirin û li ser vê yekê welatiyan pirs jê pirsên li gund çidike pirsîn. Kesê bi guman got; "Ez endamê Komeleya Ciwanan a Andoluyê me. Ji bo li herêmê bigerimhatim. Ez endamê DAIŞ'ê nîn im. Ez bi hevalek xwe re hatim." Piştî pirsa hevalê wî jê kirin jî gotinên xwe guherîn û got ew tenê hatiye. Kesê bi guman ji aliyê YDG-H'ê ve hate girtin.
(zt)
