Heyeta ku ji jinan pêktê dê mexdurên şer ziyaret bikin

11:28

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta ji aktîvîstên jinan pêk tê dê biçin Herêma Federal a Kurdistanê û malbatên ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ji Şengal û Mexmûrê koçber bûn û li bajarên cuda bi cih bûn ziyaret bikin.

Heyeta ji nûnerên jin ên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî pêk tê dê biçin Herêma Federal a Kurdistanê û bi malbatên ji ber şer û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê warên xwe terkirin û li cihên cuda bicih bûn ziyaret bikin. Heyeta pêşengiya wê parlementerên HDP'ê Selma Irmak, Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane û Sebahat Tuncel û Parlementera CHP'ê ya Stenbolê Melda Onur dike, Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Şenal Karataş, Seroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem, hunermend Pinar Aydinlar û Rojda Aykoç, Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzdî yên Elemanyayê Leyla Ferman, Rojnameger Ezgî Başaran û gelek aktîvîstên din ên jin cih digirin.

Heyet di dema hevdîtinên xwe de dê bi wekîlên jinên Parlementoya Kurdistanê û Parlementoya Bexdayê, nûnerên NY'ê û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinan bikin. Li bendêne ku heyet bi hevsera Celal Talabanî Hero Talabanî re jî hevdîtinê bike. Heyet dê penaberên Mexmûr û Şengalê yên ji ber şer reviyan û li Zaxo û Ranyayê bi cih bûn ziyaret bikin û lêkolînan pêk bînin. Heyet piştî lêkolînan bandora şer a li ser jin û zarokan dê bikin rapor.

Li bendêne ku heyet di 25- 26'ê tebaxê de li Mêrdînê derkevin rê.


(zt)