Li Gimgimê hemberî mudaxeleya polîsan gel herikîn kolanan

15:14

JINHA


MÛŞ – Li Lîcê dema ku leşkeran êrîşî ser peyîkerê Egîd Mahsum Korkmaz kir. Lê gelê ku destur ne didan wê êrîş jî rastî gulebarana leşkeran hatin û di encamê de welatiyê bi navê Mehdin Taşkin jiyana xwe ji dest da. Welatiyên Gimgimê jî ji bo protestokirina wê bûyerê daketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Lê welatî rastî êrîşa polîsan hatin û di encamê de gelek kes birîndarbûn. Dema ku welatiyên navend û navçeyên derdorê jî bihîstin bi hezaran daketin qadan.  


Di 19’ê Tebaxê de li navçeya Lîcê ya Amedê leşkeran êrîşî peyîkerê Egîd (Mahsum Korkmaz) kirin. Dema ku gel destur ne da wê êrîşê leşkeran gule ser gel de barandin û welatiyê bi navê Mehdin Taşkin qetilkirin. Welatiyên Mûş û navçeyên derdorê ji bo protestokirina bûyerê li gundê Leylek yê girêdayî navçeya Gimgimê ya Mûşê kombûn û ser riya Gimgim û Erzromê rê ji tirafîqê re girtin rastî êrîşa polîsan hatin. Mudaxeleya ku heya direngiya şevê berdewam kir di saet 04.45’ê sibê de carekedinê bi wesayîtên zirxî despêkirin. Bi dehan wesayîtên zirxî, avaşid, gaza îsotê û guleyên rastî êrîşî gel kirin. Di encamê de bi dehan welatî ji ling, ser  û cihên cuda yên laşê xwe birîndar bûn. Yek ji birîndarê rewşa wî giran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Her wiha di mudaxeleya polîsan ya serê sibê de wesayîtên welatiyan yên di rê de di perçiqandin û di hatin.


Bi hezaran welatiyan ber digirtin polîsan


Welatiyan ji serê sibê de hema li hemû kolanên nava navçeyê barîkat danîne. Li Gimgimê bi hezaran welatî li ber avahiyên fermi yên weke eminiyet û ediliyeyê beran digirin polîsan û din ava şer denin. Li gundê Leylek û navenda Gimgimê bi qasî 30 wesayîtan bi gel re şer dikin û li hewa jî balefir mudaxele dike.


Di mudaxeleya polîsan ya duh de tankerek teqiya.


(zt)