Malbata Mahsum Korkmaz derbarê leşkeran de serlêdana sûc kir

16:10

JINHA


AMED - Malbata ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz derbarê hilweşandina peykerê li Lîceyê, leşkerên piyê xwe danîn ser peyker û rayedarên din de bi riya parêzeran li Serdozgeriya Komarê yê Lîcê serlêdana sûc kir. Malbatê xwest ku leşker û rayedar bên tesbîtkirin û bên cezakirin.

Malbata ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) ê ku peykerê wî li gundê Sîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hatî danîn û ji aliyê leşkeran ve hate hilweşandin û di heman demê de welatiy jî qetilkirin û pişt re leşkeran piyê xwe danîn ser peyker serlêdana sûc kir. Parêzerên malbata Mahsum Korkmaz Kezîban Yilmaz û Hanim Karhan derbarê leşkerên piyê xwe danîn ser peyker û wêne kêşandin û di medyaya civakî de belavkirin, leşkerên wêne kêşandin û rayedarên din de bi riya Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Serdozgeriya Komarê ya Lîcê serlêdana sûc kirin.

Parêzeran derbarê kesên wêne çêkirina û êrîş li peyker kirin bi hinceta "Heqaret li bîranîna kes kir", "gel tehrîkî kîn û dijminahiyê kirin û biçûk xistin" û "peywira xwe xirab bikaranîn" serî li dozgeriyê dan. Di daxwaznameya serlêdanê de bibîrxistin ku di salên 90'an de bi hezaran mirov ji aiyê rayedarên dewletê ve hatin qetilkirin û bi komî hatin definkirin û Mahsum Korkmaz jî ji wan yekan kesek e. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku xizmên kesên winda hestiyên xizmên xwe anîn cem hev û li gelek cihên herêmê di goristanên çêkirin de definkirin û li gundê Sîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê jî bi heman armancê "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hate çêkirin.

‘Bi şidetek leşkerî dest danîn ser peyîker’


Di daxwaznameyê de hate gotin ku gelê herêmê bi înîsiyatîfa xwe peykerê Korkmaz çêkirin û Korkmaz di 28'ê adara 1986'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî di panzerê ve girêdan û di erdê re rakêşandin nedan malbata wî.

Li hemberî bîranînên kesan sucên kirin’


Gelê Lîcê Mahsum Korkmaz ji zarokên xwe yên li goristanê cuda nedîtin ji ber wê yekê peykerê wî li wir çêkirin. Hate ragihandin ku peykerê Korkmaz piştî Dadeha Ceza ya Sulh a Lîcê biryara "Desteserkirinê" da di 19'ê tebaxê de leşkeran bi operasyonek mezin û dîmenên şer destser kir. Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku piştî peykerê Mahsum Korkmaz jê hate kirin leşkerekî piyê xwe danî ser peyker û wêne kêşandin û wiha hate gotin: "Leşkerekî din wêneyên wî kesî kişandin û nîşanî leşkerên din ên derdorê jî da. Ev wêne pişt re ji aliyê leşkeran ve di medaya civakî de û hinek medyayên din de hate serwêskirin. Leşkerê piyê xwe danî ser peyker û kesê wêneyê wî kêşandi li gorî madeyê 130'an ê TCK'ê sûc kirin."Di daxwaznameyê de hate gotin ku leşkerên ku pêkerê Mahsum Korkmaz jê kirine li gor xala 130'emîn ya zagona hejmar 5237'an ya TCK'ê ji ber ku "Heqeret li kesayatiyê" kirine sûc pêkanîne. Dîsa hate gotin, li gor xala 216'emîn û li gor xala 257'emîn ya TCK'ê sûc kirine. 


'Gel teşfîkî dijminahiyê dike’



Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku pêwist bû pêker ê ji aliyê leşkeran ve hatiye jêkirin hatiba parastin û wiha hate gotin: "Piştî pêker hatiye jêkirin, li ser pêker poz hatine dayîn û ev wêne di tora civakî de hatine parvekirin. Bi van dîmenan, tiştên di 1990'an de hatiye jiyandin cardin bibîr hat. Ji ber van sedeman divê derbarê berpisyaran de lêpirsîn bê destpê kirin" Parêzer Kezîban Yilmaz û Hanim Karhan her wiha bi daxwaza bersivandina Wezareta Karê Hundirîn pirsên wekî,"Gelo derbarê van kesan de tu lêpirsîn hatine vekirin an na. 


(zt)