Ji bo Endama YJA-Star Kewzer konê sersaxiyê hat vedan

17:21

JINHA


COLEMÊRG - Ji bo Endama YJA-Star Kewzer Çetînkaya (Nuda Gabar) li taxa Baglar konê sersaxiyê hate vedan.

Ji bo Endama YJA-Star Kewzer Çetînkaya (Nuda Gabar) a ku di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û MEYADER'ê ve li taxa Baglar konê sersaxiyê hate vedan û kon ji aliyê sedan welatiyan ve hate ziyaretkirin. Di kon de alên HPG, YJA-Star û PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Çetînkaya hatin daliqandin.

Birayê Çetînkaya Murat Çetînkaya di konê sersaxiyê de axivî û wiha got: "Tenê me dizanin ku di pevçûnekê de bi giranî birîndar bû lê pişt re jiyana xwe ji dest da. Xemgîniya me mezin e lê serê rêhevalên wê û hemû gelê Kurdistanê sax be."

Sersaxî dê du rojan berdewam bike.


(zt)