Selma Irmak: Xwedîderneketin êşek mezintire!
09:14
Derya Ceylan / JINHA
AMED – Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak ya k udi heman demê de din ava heyeta çuyî Herêma Federala Kurdistanê de cîh girtibû balkişand ser deruniya ku niha Êzidî di navê de û got: “Travmayên ku Êzidî jiyan dikin gelek kurin. Gelek ji wan naxwazin carekedinê vegerin cih û warên xwe, ji jiyanê xeyidiyîne. Ji bo ku canê xwe xilas bikin vana nabêjin. Dema ku bêdeng dimînin hemû cîhanê protesto dikin. Bêdengî, bê wijdanî û lêxwedî derneketin dê rê li pêşiya qirkirinên mezintir veke.”
Piştî êrîşên çeteyan ser Rojava ji 3’êyê tebaxê ve êrîşên wan ser Herêma Federala Kurdistanê jî berdewam dike. Di encama êrşa çeteyan ya ser Şengalê de bi hezaran Êzidiyan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî neçar man ku koçî herêmên dinê bikin. Ji bo rewşa Êzidiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê belavî bajarên weke Zaxo, Duhok û Ranya bûne baş têbigihin û ji nêz ve agahdar bibin din ava heyeta HDP û PDH’ê ya çuyîn Herêma Federala Kurdistanê de Parlamentera HDP’ê Selma Irmak jî hebû. Selma di derbarê çuna xwe ya Herêma Federala Kurdistanê de agahî da.
‘Em bi dîmenek bi êş re ru bir u bûn’
Selma diyar kir ku di dema ziyareta wan ya Herêma Federala Kurdistanê de ew rastî dîmenek gelek bi êş hatine û wiha got: “Li Zaxo mirov di mizgeft, dibistan û bînayên hîna kavil ne qedanîdî de di hewin. Yên ku ji ber şer û qetilkirinên DAIŞ’ê reviyane di bin hewaya germ de li kolanan dijîn. Ew rewşa ku niha ew di navê denin dê rê li pêşiya qirkirinek dinê veke. Bêdengî, Bê wijdanî û lêxwedî derneketin dê rê li pêşiya qirkirinên mezintir veke.”
‘Divê saziyên alîkariyê yên navnetewî bikevin nava tevgerê’
Selma da zanîn ku xebatên Hikumeta Herêma Federala Kurdistanê ya ji bo koçberên Êzidî kêmin û divê zêdetir bi baldarî tevbigerin. Selma anî ziman ku daxwaza wan ewe saziyên alîkariyê yên navnetewî bil ez bikevin nava hewildanan ji bo rewşa koçberên Êzidî û wiha domand: “Li gorî agahiyên kum e ji Qeymeqamê Zaxo girtî niha di Zaxo de nêzî 160 hezar Êzidî hene. Ev hijmar ji ya mirovên li wê herêmê dijîn jî zêdetire. Cihê hewandinê bi qasî qet nîne dene. Li Duhokê jî heman rewş tê jiyîn. Lê li gorî axaftinên Waliyê Duhokê hinek sazî û dezga di nava rewşa alîkarî dayînê denin. Divê saziyên alîkariyê yên navnetewî, saziyên koçberiyê û dewletên Ewrupa ji bo rewşa herêmê bikevin nava xebatê û ji bo trajediya li wê tê jiyîn dengê xwe derxînin.”
‘Êzidî bi bêdengiya xwe cîhanê protesto dikin’
Selma balkişand ser bandorên ku şer ser mirovan dihêle û wiha berdewam kir: “Travmayên ku Êzidî jiyan dikin gelek kurin. Gelek ji wan naxwazin carekedinê vegerin cih û warên xwe, ji jiyanê xeyidiyîne. Ji bo ku canê xwe xilas bikin vana nabêjin. Dema ku bêdeng dimînin hemû cîhanê protesto dikin. Piraniya Êzidiyan bêdeng dimînin. Gotinên weke ‘Em li vêderê namînin. Bila ev ax biqelişe û em têde xerq bibin, ji bo cîhan j ime xilas bibe’ dibêjin. Ev ji bo tevayî cîhanê rexneyek mezine.”
‘Divê qêrînên jinên Êzidî bê bihîstin’
Selma êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser jinan destnîşan kir û diyar kir ku herî zêde qirkirinên jinan di dema çeteyê DAIŞ’ê de hatin kirin. Selma derbirî ku divê bi teyîbetî jî li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser jinan kes bêdeng nemînin û wiha axaftina xwe domand: “Jinên Êzidî ji ber rastî tecawîzê tên û ji ber nasnameya xwe bi sekna xwe ya bi romet travmayên giran derbas dikin. Di vê mijarê de bêdengiya saziyên jinan jî balê dikişîne. Dibe ku daxuyanî dan lê ev ne bese. Divê bi dengek zêdetir bilind û xwedîderketinek mezintir qêrîna jinan bibihîsin. Divê cesareta di şeran de jin weke xenîmet dîtinê neyê pêşxistin. Divê em jin dengek wiha bi hêz derxînin ku carekedinê yekî din cesaret neke jinekê tecawîz bike. Ji ber wê jî divê saziyên jinan li hemberî vê bûyerê bê deng nemînin, cîhanê bi hejînin û teqez dengê xwe bi van qêrînan re bikin yek.”
(zt)

